Kesên li Osmaniye hatibûn binçavkirin li dozgeriyê ne

Kesên li Osmaniye hatibûn binçavkirin li dozgeriyê ne

Li Osmaniyeyê di encama serdegirtina malan de 5 kesên hatin binçavkirin û  3 ji wan ji Sûriyeyê ne piştî karûbarên li emniyetê sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Polîsên Şaxa Têkoşîna bi Terorê re ya girêdayî Midûriyeta Emniyeta şeva din li Taxa Yunus Emre girtin ser hin navnîşanan. Di serdegirtinên malan de Sercan Aktaş, Murat Aktaş û 3 kesên bi eslê xwe ji Sûriyeyê hatin binçavkirin. Her pênc kesên hatin binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê ber êvarî sewqî Edliyeya Osmaniye hatin kirin. Lêpirsîna kesên hatine binçavkirin li dozgeriyê dewam dike.