Kesên ku endamê DEM Partiyê Gun qetilkirin hatin berdan

2 kesên ku li bajaroka Sêgirkê Ahmet Gun ê DEM Partiyî qetilkiribûn, hatin berdan.

Di 11'ê Kanûna 2023'yan de li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qileban a Şirnexê endamê Meclîsa Şaredariya Sêgirkê û rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun li gundê Taloqa yê bajarokê tevî kurê xwe Abdûrrahîm Gun rastî êrişeke çekdarî hatibû. Di êrîşê de Gun jiyana xwe ji dest dabû kurê wî jî bi giranî birîndar bûbû. Her wiha Mahmût Gun ê li cem wan jî bêyî birîndar bibe bi saxî xelas bûbû.

Piştî bûyerê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de ji kiryarên Gun cerdevanê teqawidbûyî Enver Babart û Ebûbekîr Babar hatibûn binçavkirin û girtin.

Li gor agahiyên ji malbata Gun hatin girtin kiryar Enver Babar û Ebûbekîr Babat îro ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê derketine.