Kesên ji Cizîr û Mêrdînê diçûn Serêkaniyê rastî astengiya polîsan hatin
Kesên ji Cizîr û Mêrdînê diçûn Serêkaniyê rastî astengiya polîsan hatin
Kesên ji Cizîr û Mêrdînê diçûn Serêkaniyê rastî astengiya polîsan hatin
BDP’î yên ji Mêrdîn û Cizîrê bi armanca tevli çalakiya piştevaniya bi Gelê Rojava re ya li Serêkaniyê bibin rastî astengiya polîsan hatin.
Konvoya BDP’ê ya ji navçeya Cizîr a Şirnexê derket rê kut evli çalakiya nobetê ya Rojava ya li Serêkaniyê bibin, li herêma Çemê Saklan ya di navbera Cizîr û Nisêbînê de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin.
BDP’î yên ku ev helwesta polîsan protesto kir, çalakiyeke runiştinê pêk anîn û ji ber girtina rê ji neçarî vegeriyan.
Li aliyê din BDP’iyên ji Mêrdîn û navçeyên berbi Serêkaniyê derketin rê li Girê Kepez rastî êrîşa polîsan hatin.
Gelek wesayîtên ji Mêrdîn û navçeyên wê derketin rê li bajaroka Dîkmen hatin rawestandin û piştre dîsa derketin rê. Di derketina Serêkaniyê de rastî êrîşa polîsan ava şîd û bombeyên gazê hat.
Êrîşa polîsan didome.