Kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn -BI DÎMEN-
Li Dergeha Elewiyan a Pîr Sultan a li paytexta Fransa Parîsê bi deh hezaran kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn, têkildarî komkujiyê civînek hat lidarxistin.
ANF
PARÎS
duşem, 4 gulanê 2015, 16:18
Li Dergeha Elewiyan a Pîr Sultan a li paytexta Fransa Parîsê bi deh hezaran kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn, têkildarî komkujiyê civînek hat lidarxistin. Hevserokê FEDA Lêkolîner Erdogan Yalgin, Nivîskar Şahîn Polat û lêkolîner Erdal Emre di civînê de axivîn.
Li Dergeha Elewiyan a Pîr Sultan a Parîsê duh, saet 17.00’an bi armanca nîqaşkirina encamên Komkujiya Dêrsimê û bîranîna deh hezaran kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane panelek hat lidarxistin.
Di axaftinan de hat diyarkirin ku bi Komkujiya Dêrsimê re êrîşî civakeke xwedî çand a ne li gor pêkhateya Osmanî-Tirk êrîş pêk hatiye û hatiye xwestin ku terzê jiyana vê komê ji holê bê rakirin.
Di nîqaşan de hat gotin ku Komkujiya Dêrsimê ya 1937-38’an tenê ji bo carekê pêk nehatiye, li hember erdnîgariyeke ku bi Alayên Hamidiye nikaribîn bixînin operasyoneke topyekûn tinekirinê ya di dema Komarê de wek encameke bîrdoziya Tirk-Îslam e.
Hat gotin ku 4’ê Gulanê ji bo Dêrsimiyan qutkirina qîrîna çivîka Pepûk e, hewldana tinekirina xweza û mirovên Dêrsimê ye.