Kesên di doza 'KCK'ê' ya Qersê de serbest hatin berdan dîsa tên girtin
Kesên di doza 'KCK'ê' ya Qersê de serbest hatin berdan dîsa tên girtin
Kesên di doza 'KCK'ê' ya Qersê de serbest hatin berdan dîsa tên girtin
34 kesên di 23'ê nîsana 2010'an de li Qersê di operasyona di bin navê "KCK'ê" de hatin girtin û di 20'ê Adara 2012'an de serbest hatin berdan piştî cezayên wan ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatin erêkirin yek yek tên girtin.
34 kesên di 23'ê nîsana 2010'an de li Qersê di operasyona di bin navê "KCK'ê" de hatin girtin û piştî di rûniştina 20'ê Adara 2012'an de ceza li wan hate birîn serbest hatibûn berdan. Heyeta dadgehê ji 34 kesan re bi îdiaya "Rêveberên rêxistinê û endamên rêxistinê ne" cezayên cuda yên ji 6 sal û 3 mehan û 19 sal û 6 mehan bi giştî 248 sal cezayê girtîgehê dabû 34 kesan. Piştî cezayê 34 kesan hate erêkiri derbarê wan de biryara girtinê û lêgerînê hate derxistin.
Di vê çarçoveyê de li Qersê polîs û cendirme di ser gelek cihan de girtin. Di lêgerînan de heta niha tu kes nehatin binçavkirin. Welatiyên bi navê Alîhan Dag û Mehmet Kesîk ên li Sêwasê hatin binçavkirin hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa ya Gîresunê. Lêgerîna welatiyên din ên cezayên wan hatin erêkirin berdewam dike.