‘Kes dengê min nebihîze, ez ê hevrûyî mirinê bibim’
Girtiyê bi penceşerê ketiye Mehmet Salih Fîlîz ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê de ye got ku, “Heke tu kes dengê min nebihîze, ez ê hevrûyî mirinê bibim” û banga hevgirtinê kir.
Girtiyê bi penceşerê ketiye Mehmet Salih Fîlîz ê ku di Girtîgeha Tîpa T a Odemîşa Îzmîrê de ye got ku, “Heke tu kes dengê min nebihîze, ez ê hevrûyî mirinê bibim” û banga hevgirtinê kir.
Girtiyê 23 salî Mehmet Salih Fîlîz bi nexweşiya penceşera roviyan, helandina hestiyan û tuberkulozê ketiye.
Fîlîz rewşa tendirustiya xwe ji malbata xwe ragihand û diyar kir ku di 1’ê Hezîranê de ligel ku wî nexwestiye biçe jî ew bi darê zorê birine nexweşxaneya navçeyê.
Fîlîz got ku “Li nexweşxaneya navçeyê beşa Gastroentrolojiyê û bijîşkê wê tune. Bijîşkên nexweşxaneyê jî bi min re eleqedar nebûn. Ji bo ku rapora min a heyetê erênî be, ez birim nexweşxaneyê. Bijîşkekî got, divê ev nexweş were tehliyekirin. Lê telefonî wî bijîşkî hate kirin û bijîşk ji nişka ve fikra xwe guherand. Piştî ji nexweşxaneyê jî vegeriyam, ji bo karantînayê ez xistim odeyeke xerab. Di odeyê kêzik hebû. Kalek jî bi min re di karantînayê de ye. Gardiyanan gotin ev kes wê alî te bike lê ev kes nikare li xwe binihêre. Ez carinan ji ser hişê xwe diçim lê vî zilamê kal tiştek ji destê wî nayê. Di karantînayê de şertên hîjyenê tune, heke tu kes dengê min nebihîze, ez ê hevrûyî bibim.”