Kerestecîoglû: Têkçûna AKP’ê dest pê kir!

Serokwekîla Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglû got; “AKP bê Rewşa Awarte nikare bijî, tevger bike. Têkoşîna rizgariya ji AKP’ê dest pê kir.”

Serokwekîla Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li meclîsê daxuyanî da çapemeniyê û mijarên di rojevê de nirxand.

DOZA DEMÎRTAŞ

Kerestecîoglu diyar kir ku parastina Demîrtaş ji raya giştî hat veşartin û got: “Di dozê de ya esas siyaseta demokratîk tê darizandin. Di şexsê Demîrtaş de yên baweriya wan bi siyaseta demokratîk heye tên darizandin. Muzakere û diyaloga çareseriyê tê darizandin. Çima Demîrtaş di girtîgehê de ye? Nexwe tiştek din ango kûmpaseke din heye. Heke ku ev darbekar li AKP’ê kûmpas ava kirin, qey li HDP’ê kûmpas ava nekirine?”

Kerestecîoglu wiha dewam kir: “Birêz Demîrtaş di danişînê de xwest Ahmet Davutoglû, Hakan Fîdan, Yalçin Akdogan û Efkan Ala wek şahid bên guhdarkirin, lê heyeta dadgehê ev daxwaz red kir. Her çiqas heyetê red kiribe jî, divê ev kes serî li dadgehê bidin û ji bo bibin şahid daxwaz bikin. Birêz Demîrtaş bi hemû samîmiyeta xwe bûyeran vegot. Hûn biçin şahidiyê bikin. Heke ku hûn ji vê birevin dîrok wê we bidarizîne.”

DIRÊJKIRINA REWŞA AWARTE

Kerestecîoglu li dijî dirêjkirina Rewşa Awarte (OHAL’ê) jî bertek nîşan da û wiha domand: “Qet şerm nakin û bêyî aciz bibin ji bo OHAL dirêj bibe vê hefteyê jî dê pêşniyazname bidin. Çunkî bê OHAL nikarin bijîn. Li welatekî ku lîder û siyasetmedarê muxalefeta bingehîn a rastî di girtîgehan de bin û OHAL dewam bike qet wê demokrasî li welat tune be. Hemû riyên demokratîk ji destê gel digirin. Xwe bî îmajkirinê demokratîk nîşan didin. Çima aşkere dernakevin û nabêjin ‘Ez dîktator im?’ Çunkî maliyeta navneteweyî zêde ye û nikare eşkere rejîmek dîktator û leşkeriyek dîktator ava bikin. We ne OHAL’ê ne li dijî darbekaran îlan kir? Çi eleqeya îstîsmarkirina zarokan bi OHAL’ê re heye. Lê her tiştî eleqeya wê bi OHAL’ê ve gire didin. Tehamula wan li hemberî tu tiştî tune.”

Kerestecî bal kişand ser zagona îstîsmarkirina zarokan jî û got: “Pêşnûme ne li dijî bûyerên îstîsmarkirina zarokan e. Yasayek wiha nîne. Tenê zarokekê jî napêrêze.”

‘DEREWAN MEKIN’

Kerestecîoglu behsa dîplomaya zanîngehê ya Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan jî kir û got: “Em nabêjin ku dîploma tune be, hûn nikarin bibin rêveber. Em dibêjin derewan nekin.”

Kerestecîoglu destwerdana bi pêşengiya DYA’yê li dijî Sûriyeyê pêk hat jî nirxand û got ku li Sûriyeyê bazariyek qirêj tê birêvebirin.

WE DESTHILATDARIYA XWE LI SER XWÎNÊ AVA KIRIYE

Kerestecîoglu li dijî gotinên “Rêxistinên me xwe ji bo şerê hilbijartina 2019’an amade dikin. Em ji bo şerê hilbijartina 2019’an a bi pêşengiya serfermandarê me Wê bê lidarxistin amade ne?” ên Wezîrê Enerjiyê bertek nîşan da û got: “Dijmin kî ye birêz Berat Albayrak? wê ev mirov li dijî kî şerê rizgariyê bike? Kîjan hêzên dagirker hene li vî welatî? Em ne ji wan kesan e ku bi xwînê, xwe xwedî dikin. Gelê me her tiştî baş dibîne û dizane ku yê ji xwînê xwedî dibin kî ne.”