Kemîna Nûsrayiyan ya ji bo zarokên Kurd

Kemîna Nûsrayiyan ya ji bo zarokên Kurd

Hat ragihandin ku li bajaroka Koyundere di maleke cemaetê de ligel zarokên bi navê Kanîwar Vural (7), Sefa Akay (17), Bunyamîn Akay (17), Mustafa Yilmaz (11) û Muhammet Yilmaz (17) 10-15 zarokên ku navê wan nehatiye zanîn her êvar ji aliyê kesekî bi navê Yusuf Aydin (25) di bin navê ol de di perwerdeyên cur bi cur de tên derbaskirin.  

Dayika Kanîwar Vural, Suzan Vural (34), niştecihekî taxê yê nexwest navê xwe bêje têkildarî xebatên cemaetê ji ANF’ê re axivîn.

''KURÊ MIN HER ÊVAR JI MALÊ DIBIRIN'

Suzan Vural da xuyakirin ku  birayê wê  Welat Turgay berî niha bi 6 salan ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin û got,  “Niha jî cemaetên girêdayî dewletê hewl didin zarokên min ji min bistînin.”

Dayik Suzan  wiha axivî: “Zarokên bi temenê xwe ji kurê min mezintir her êvar dihatin ew ji malê dibirin. Min nizanîbû ew dibirin civînên cemaetê.” Suzan Vural, da xuyakirin ku cemaetê li Taxa Ataturk malek kire kiriye û her êvar zarokan li wir kom dikin. Polîs jî di nav kar de ye. Çavên xwe jêre digirin. An na nikarin di nav taxê de malekê kire bikin û zarokan li wir kom bikin.”

NIŞTECIHEKÎ TAXÊ YÊ NAXWAZE NAVÊ XWE BIDE AŞKERA DIKE

Niştecihekî taxê destnîşan dike ku ji bilî  Kanîwar Vural, Sefa Akay (17), Bunyamîn Akay (17), Mustafa Yilmaz (11) û Muhammet Yilmaz (17) dibin wê malê û ev civîn ji aliyê kesekî bi navê Yusuf Aydin ê 25 salî tê organîzekirin.  

''EV DI BIN NAVÊ OL DE XEBATEKE ÎNKAR Û ÎMHAYÊ YE'

Niştecihê taxê yê naxwaze navê xwe bide anî ziman ku ev xebatên wiha di 2 salên dawî de zêde bûne û hewl didin zarok û ciwanên bikin dijberê gelê Kurd û têkoşîna azadiyê.

Niştecihê taxe her wiha da xuyakirin ku ev ne tenê ji bo Rojava milîtanan çêbikin, dixwazin di bin navê ol de zarok, ciwan û gelê Kurd asîmîle bikin, ji rê derxin û ev weke xebateke stratejîk dane pêşiya xwe.