Kemalbay: Li gel êrîşên nîjadperestî, kedxwariyeke mezin jî heye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay bi bîr xist, ku êrîşa nîjadperestî ya çend roj berê li Samsûnê li dijî karkerên demsalî hate kirin, êrîşa destpêkê nîne û got, bi Rewşa Awarte re faşîzm zêde bûye.

Herî dawî, li navçeya Terme ya Samsûnê, êrîşeke çekdarî li karkerên ji navçeya Wêranşar a Rihayê hatibûn hate kirin û di encamê de karkera bi navê Perîhan Akin jiyana xwe ji dest da bû. Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, zêdebûna êrîşên nîjadperestî yên li dijî karkerên Kurd û pirsgirêkên karkerên demsalî nirxand.

Serpîl Kemalbay bi bîr xist, ku ev ne êrîşa destpêkê ye li dijî karkerên Kurd tên kirin û got, "Beriya niha jî, li gorî polîtîkayên desthilatdariyê li Tirkiyeyê gelek caran êrîşên bi vî rengî li karkeran hatin kirin."

Kemalbay diyar kir, dema ku komkujiyên bi vî rengî tên kirin, ceza li kiryaran nayê birîn û destnîşan kir, ev êrîş ji polîtîkayên AKP'ê ne cihê ne. Kemalbay anî ziman, ku bi reya van polîtîkayan civak li hemberî hev tên rakirin û got, Rewşa Awarte û biryarname herî zêde bandor li qada kar kirine.

'PÊWÎSTE MÛXALEFETA CIVAKÎ LI BER VÊ REWŞÊ RABE'

Serpîl Kemalbay diyar kir, ku hewl tê dayin têkoşîna lêgerîna li maf a li kolanan ji holê bê rakirin û wiha dewam kir: "Di demeke ku faşîzm dijwar bûye û rejîma ji yek şexsî tê avakirin de, bêguman li qada kar rewşeke xweşhalî nîne. Pêwîste têkoşîn bibin yek û ji bo rakirina Rewşa Awarte têkoşîn bê dayin."

Hevseroka HDP'ê Kemalbay ragihand, ji bo pêşîgirtina li rejîma şexsekî tavilê polîtîka bên afirandin û got, ev yek ji bo mûxalefeta civakî, saziyên demokratîk û sendîkayan pêwîstiyeke mezin e. Kemalbay bal kişand ser berxwedana Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça ku 185 roj in di greva birçîbûnê de ne û got, "Bi mehan e di greva birçîbûnê de ne. Ji bo maf û hiqûqê têdikoşin. Ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû karker û kedkaran têdikoşin. Rewşa wan, piştî ku civakê bi têkoşîna xwe li ber vê rêveçûnê rawestiyan, hingî wê encam bibe."

'LI HIN CIHAN DESTÛR NAYÊ DAYIN KU KARKERÊN KURD LÊ BIXEBITIN'

Kemalbay anî ziman, ku karkerên demsalî di nava şert û mecên ne ewle de dixebitin û diyar kir, li vê qadê jin û zarok gelekî tên xebitandin. Kemalbay destnîşan kir, ku bi Rewşa Awarte re jin hê bêhtir di karên ne ewle de tên xebitandin.

Kemalbay got, "Divê neyê jibîrkirin, ku piraniya karkerên demsalî yên demkî, ew mirov in ku ji ber şer neçar mane koç bikin" û wiha dewam kir: "Ti karkerekî koçber, ti karekî çandiniyê yê digerin, naxwaze van mercan qebûl bike. Di binê konan de dijîn û qada wan a jiyanê ne li gorî şert û mercên însanî ye. Nikarin derfetê ji mafê tenduristiyê, ji mafê perwerdekirina zarokên xwe bigirin. Pirsgirêkên stargeh, av, xwarinê heye. Xeteriya destdirêjiyê li jinan heye. Ji gelek aliyan ve pirsgirêk hene. Normal diviyabû rêveberiyên herêmî, amîrên mulkî û sendîka bi van pirsgirêkan re mijûl bibûna. Li hin bajar û navçeyan destûr nayê dayin ku Kurd lê bimînin û bixebitin."

Kemalbay destnîşan kir, ku li dijî vê polîtîkaya desthilatdariyê ku koledariyê li ser karkeran ferz dike, divê rêxistinbûn û sendîkabûn bê xurtkirin.

Kemalbay diyar kir, êrîşa li Samsûnê ne ya yekê ye û divê hemû sendîka û partiyên siyasî li dijî vê êrîşkariyê tevbigerin.