Kemalbay: AKP ji ber dijminatiya Kurdan li ser pêyan e!

Hevseroka HDP’ê Serpîl Kemalbay got ku, “Tifaqa Bahçelî, Ergenekon û Erdogan a ku CHP piştgiriya wê dike, ji ber dijminatiya Kurdan tê domandin.”

Forûma bi sernavê “Ne OHAL, Demokrasî” ku di çarçoveya kampanyaya ji bo rakirina OHAL’ê de ya ku KESK, DÎSK, TMMOB û TTB’ê dabû destpêkirin ya ku li Enqereyê hat lidarxistin, bi axaftinan didome. Di forûmê de rêveberên rêxistinên sendîka û pÎşeyî, ji akademîsyenên ji kar hatine avêtin Mûtlû Arslan derbarê palpiştên hiqûqî yên OHAL’ê de axivîn.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Serpîl Kemalbay jî, di forûmê de axivî û bal kişand ser Şoreşa Cotmehê ya ket 100 saliya xwe. Kemalbay, diyar kir ku hîna darbe didome û wiha got: “Ev darbe di bin siya OHAL’ê de tê meşandin. Gelên Tirkiyeyê û bindest bedelên giran di vê pêvajoyê de dan.”

Kemalbay, anî ziman ku di 4’ê Mijdarê de di darbeya li dijî siyasetê de rasterast HDP dibe hedef û wiha domand: “Di encama vê darbeyê de Hevserokên me yên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag,  parlementer û hevşaredarên me hatin rehîngirtin. Ev dewama darbeya 2’yê Adara 1994’an e û di wê serdemê de parlamenterên DEP’ê hatin girtin. Lê di encamê de çi derket holê, vîna siyasî hîn bi hêztir derket holê. Darbe tu carî nikarin vîna gelan tune bikin.”

‘TIFAQA ERDOGAN, BAHÇELÎ Û ERGENEKONÊ YA KU CHP’Ê JÎ ALÎKARÎ DA’

Kemalbay, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Dewlet û rejîmek nû tê avakirin û ev ne hiqûqî ye. Gelo çima OHAL’ê ranakin? Ger em di vir de gavê neavêjin û ser nekevin, em ê bi darbeyekê mayîn de re rû bi rû bimînin. Pirsgirêka bingehîn ne rejîma  Erdogan e. Pirsgirêka herî bingehîn tifaqa Erdogan, Bahçelî, rejîma Ergenekon û rewşên ketine nava hev in. Di bin navê bekaya dewletê de CHP’ê jî alîkarî da.”

Kemalbay, da zanîn ku CHP'ê jî piştgirî da polîtîkayên şer û wiha pê de çû: “Qebûlkirina tezkereya operasyonên derveyî sînor, tê wateya qabûlkirina polîtîkayên AKP’ê. Têkoşîna li dijî OHAL’ê, tenê ne têkoşîna li dijî rejîma Erdogan e. Divê em vê mîna têkoşîna ber bi demokrasiyê ve çûyînê jî, bibînin. AKP gotibû ‘Ji bo dewletê me OHAL îlan kir.’ Ne mimkûn e ku em AKP’ê ji Cemaatê cuda bikin. Ji ber vê yekê armanc ne tesfiyekirina Fethullahçiyan e, armanc ji holê rakirina têkoşîna gelan  e. OHAL ji bo kedkar û karkeran bu dojeh, ji bo sermayedaran jî bû cennet.”

 ‘AKP, BI DIJMINANIYA KURDAN LI SER PÊYAN E!’

Kemalbay, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “AKP, bi dijminantiya Kurdan li ser piyan dimîne. Li dijî vê yekê divê em piştgiriyê bibin gelên Rojava yên Efrînê û vê çeka destên Erdogan ji destên wî derxîne. Divê em hemû hêza xwe ya li kolan û qadan bikin yek û mezintir bikin. Em paşve gav navêjin. Li qadên em lêne, em ê têkoşînê bidomînin. Teqez em ê qezenc bikin û baweriya me bi vê yekê heye.”