Kemal Kûrkût li cihê ku hate qetilkirin, hate bîranîn

Xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût ê ku di dema pîrozbahiya Newrozê de polîsan ew qetil kiribû, li cihê ku hatibû qetilkirin hate bîranîn.

Di sala 2017’an de di Newroza Amedê de xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût hatibû qetilkirin. Kûrkût li ser Rêya Evrîm Alataş hate bîranîn. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdeka Partiya Çepgir a Hêşînparêz Çîgdem Kiliçgun Uçar, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û parlementerên HDP’ê, Kemal Kûrkût bi bîr anîn.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar di bîranînê de axivî û got “Newroz roja hêviya jiyana nû ye. Newroz ew roj e ku coşa jiyanê zindî dibe, lê ji sala 2017'an û vir ve di her Newrozê de agirê ku bi êş di dilê me de pê dikeve. Navê vî agirê Kemal Kûrkût e. Kemal Kûrkût ciwanek bû, bi coşa jiyanê hat qada Newrozê, li vir li ber çavên cîhanê hat qetilkirin, em wî careke din bi hezkirin bi bîr tînin. Ne tenê hat qetilkirin, hemû lêpirsîn û darizandin yek bi yek hatin betalkirin û biryara beraetê hat dayîn. Cînayeta ku bi awayekî eşkere hat kirin jî ji aliyê darazê ve hat girtin. Lê em vê biryarê qebûl nakin. Me soz da ku em ê birayê xwe Kemal her dem bidin jiyîn. Me soz daye ku em coşa wî ya jiyanê, azweriya wî ya azadiyê û hêviya wî ya destpêkirinê zindî bihêlin.  Kemalê hêja tu yê wekî sembola serkeftina vê têkoşînê di dilê me de bijî.”

Piştî axaftinê siyasetmedaran qerenfîl danîn cihê ku Kemal Kûrkût lê hatiye qetilkirin. Siyasetmedar piştre çûn qada Newrozê.