Keleha DAÎŞ'ê: Dîlok

Çeteyên DAÎŞ'ê yên tecawizkar ku komkujî li Kurdan kirin, piştî destpêkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê re ji nû ve ketin rojevê. Ev çeteyên ku li Dîlokê bi rêya komeleyên fermî dixebitin, çeteyan peyda dikin ji bo bişînin Efrînê.

DAÎŞ ku bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê re navê wan hate bihîstin, rêxistineke hov a ji nava El Qaîdeyê derketiye ku li serê gelên cîhanê bûye bela.

Dewleta Tirk, têkiliya xwe ya bi DAÎŞ'ê re roj bi roj hê xurtir kir. Bi taybetî, ji bo pêşî li Kurdan bigire û dînamîkên mûxalefeta civakî qels bike, timî DAÎŞ bi kar anî. Li Edene û Mersinê êrîşên bombeyî yên li dijî avahiyên HDP'ê, komkujiyên li mîtînga Amed, Pirsûs û Gar a Enqereyê ji aliyê endamên DAÎŞ'ê ve bi hêsanî hatin kirin. Bi taybetî, êrîşkarên li Enqereyê 105 kes kuştin, ji Dîlokê bi hêsanî bi rê ketibûn û tevî ku hatibûn binçavkirin jî serbest hatibûn berdan. Ev yek weke nîşaneyeke berbiçav a hevkariya dewleta Tirk û DAÎŞ'ê hate dîtin.

HÊLÎNA RÊXISTINÊN CÎHADÎST

Bajarên Dîlok, Semsûr, Riha û yên mîna wan, ji berê ve ew herêm in ku DAÎŞ û rêxistinên weke wê xwe bi hêsanî lê bi rêxistin dikin. Hem rewşa civakî, hem jî ya jeopolîtîk a van bajaran musaît e ku ji rêxistinên wiha re malovaniyê bikin. Dema ku lîderê Hîzbûllahê Hüseyin Velioğlu li Stenbolê di vîlayekê de di dema serdegirtina polîsan de hate kuştin, Dîlok weke yek jicihên kar ên rêxisitna navborî ji nû ve hatibû rojevê. Dîlok û bajarên li derdora wê di van mijaran de timî ketin rojevê, lê ti carî analîzeke zelal li ser nehate kirin. Îro jî DAÎŞ ku rêxistineke paşverû ye û xwe ji xwînê xwedî dike, ji navenda Dîlokê tevdigere û karên xwe bi îdîaya 'civakîbûnê' bi rê ve dibe.

Piştî ku rêxistinên selefî yên paşverû mîna DAÎŞ û El Nûsra karên xwe yên li vî bajarî zêde kirin, tê dîtin ku demografiya bajêr guherî ye. Bi şerê navxweyî yê Sûriyeyê gelê Ereb pêl bi pêl herikî Dîlokê. Ev bû sedem ku hem nifûsa bajêr zêde bibe hem jî rewşa bajêr biguhere. Em ji çavkaniyên herêmî hîn dibin ku di nava penaberên hatine, komên selefî jî hene. Ji xwe tîpên bi vî rengî rojane li pêş çavan tên dîtin.

DAÎŞ XWE LI TAXÊN KEDKAR BI RÊXISTIN DIKE

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên navborî hatine girtin, hema bêjin li her taxeke Dîlokê komeleyek olî heye û ev komele jî ji bo DAÎŞ'ê û rêxistinên dûvikê wê ve weke navendên rêxistinbûn û perwerdeyê têne bikaranîn. Hejmara van komeleyan bi taybetî li taxên ku piraniya şêniyên wê Kurd in, zêde ne. Li semtên ku çîna navîn lê dijîn, Kursa Quranê ya jî saziyeke mîna wê nîne. Ji ber ku semtên ku ji bo wan potansiyela rêxistinkirinê lê heye, bi giranî semtên kedkaran e. Taxa Hacı Baba jî yek ji cihên sereke yên wan e. DAÎŞ taxa Hacı Baba ji xwe re weke baregehekê bi kar tîne. Li vê taxê hem karên bi şêweyê komeleyê tên kirin, hem jî endamên DAÎŞ'ê lê dijîn.

LI VÎLAYAN PERWERDEYA LEŞKERÎ Û ÎDEOLOJÎK DIBÎNIN

Îdîayeke din jî avahiyên luks ên li derveyî navenda bajêr in. Li van vîlayên dubleks ên yek an jî du qatî, ji ber ku li derveyî navenda bajêr in, rêxistinên mîna DAÎŞ'ê hê bi hêsanî lê tevdigerin. Li gorî îdîayan li van avahiyan gelek karên dûrî exlaqê yên weke; qumar û fûhûşê tê kirin. Lê gelek caran hatiye dîtin ku DAÎŞ'ê li van avahiyan karê perwerde û rêxistinbûnê kiriye. Tê gotin, li van xaniyên bi rengê vîla, bi giranî perwedeya leşkerî û îdeolojîk tê dayin.

SERSAXIYÊN VEŞARTÎ, NEXWEŞXANEYÊN DAGIRTÎ...

Niha li bajêr liv û tevgereke zêde heye. Çavkaniyên ji nava bajêr ragihandin ku piştî destpêkirina êrîşên li ser Efrînê liv û tevger zêdetir bûye. Wesayitên ku camên wan reş in û tê texmînkirin ku yên leşkerî û rayedarên dewletê ne, li nava bajêr timî balê dikişînin. Li dora avahiyên emniyet, jenderme û şaredariyê 'tedbîrên ewlekariyê' hatine zêdekirin. Çavkaniyên herêmî diyar dikin ku konvoyên sivîl ên xwedî parastinê ne, timî li nava bajêr tên dîtin. Çavkanî destnîşan dikin ku li semtên DAÎŞ'î lê ne merasîmên veşartî yên sersaxiyê tên lidarxistin û gelek nexweşxane jî tijî bûne.

JI BO TEVLÎ ÊRÎŞÊN LI SER EFRÎNÊ BIKE, ÇETEYAN PEYDA DIKE

Taxên Ocaklar, Vatan, Beybahçe, Ünaldı, Hacı Baba, Güzelvadi, Düztepe, Güneş, Ulaş, Yukarıbayır, 60. Yıl, Cengiz Topel, Cinderesi û Hoşgörê piştî êrîşên li dijî Efrînê dest pê kirin ji aliyê nifûsa DAÎŞ'iyan ve bi du qatan zêde bûne. Li her yek ji van taxan teqez komeleyeke olî heye. Çeteyên DAÎŞ'ê bi rêya van komeleyan ji xwe re endaman peyda dike ji bo bişîne Efrînê ku tevlî şerê dagirkeriyê bibin. Şaredariya bajarê mezin û şaredariyên navçeyên navendî, Şehitkamil û Şahinbeyê, bi navê 'navendên civakî' ji DAÎŞ'iyan re qadên ku karibin xwe lê bi rêxistin bikin, diafirînin.

Bajarê Dîlokê ji bilî cihekî bicihbûna DAÎŞ-OSO û Artêşa Tirk niha nayê ti wateyê.