Kedkarên tenduristiyê yên nexweş bi zorê tên xebitandin
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê demeke dirêj e dixwazin ku Covîd-19 weke nexweşiyeke pîşeyî bê pênasekirin. Her wiha diyar dikin ku kedkarên tenduristiyê yên nexweş tên xebitandin.
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê demeke dirêj e dixwazin ku Covîd-19 weke nexweşiyeke pîşeyî bê pênasekirin. Her wiha diyar dikin ku kedkarên tenduristiyê yên nexweş tên xebitandin.
Li Tirkiyeyê, ji dema destpêkirina şewba Covîd-19 û vir ve 22 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan. Di pêla destpêkê ya şewbê de Wezareta Tenduristiyê ragihandibû ku wê 12 hezar kedkarên nû yên tenduristiyê tevlî kar bikin, lê belê di vê mijarê de hîn gavek nehatiye avêtin. Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) û Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES) dixwazin ku Covîd-19 weke nexweşiyeke pîşeyî bê qebûlkirin û hejmara personelên tenduristiyê jî bi lezgînî bê zêdekirin.
DIVÊ WEKE NEXWEŞIYEKE PÎŞEYÎ BÊ QEBÛLKIRIN
Serokê Giştî yê SES'ê Husnu Yildirim diyar kir ku hem ji bo bîranîna 220 kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dan, hem jî ragihandina daxwazên xwe ew berî çend rojan çûn ber Wezareta Tenduristiyê lê belê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin astengkirin. Yildirim bi bîr xist ku wan mafê herî xwezayî û demokratîk jî bi hewldaneke mezin bi dest xistin û têkildarî daxwazên kedkarên tenduristiyê got, "Nêzî 3-4 meh in em dibêjin ku divê Covîd-19 weke nexweşiyeke pîşeyî bê qebûlkirin. Wezîrê Tenduristiyê got, 'Di vê mijarê de pêwîstî pê nîne ku em guhertineke qanûnî bikin'. Wê demê vê pêvajoyê qebûl bikin û hevalên me yên serlêdan kirine, bihêlin ku karibin ji pêvajoya nexweşiya pîşeyî ya Covîdê sûdê werbigirin."
DIVÊ 100 HEZAR KEDKARÊN TENDURISTIYÊ TEVLÎ KAR BÊN KIRIN
Husnu Yildirim anî ziman ku ji dema zêde ya kar heta karê çêkirina derzî û dermanê şewbê, divê rêxistinên tenduristiyê û Wezareta Tenduristiyê bi hev re tevbigerin û got,"Daneyên vê pêvajoyê bi me re nayên parvekirin. Tevî vê yekê bawerî bi daneyên bi raya giştî re tên parvekirin nayê. Bi mehan e rewşeke bi vî rengî heye. Ji ber vê yekê em dixwazin hem pêvajoya şewbê hem jî derman û derziya şewbê bi rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê re bên parvekirin. Yek ji daxwazên me yên sereke zêdekirina hejmara kedkarên tenduristiyê ye. Hate goitn ku wê 12 hezar kedkarên nû yên tenduristiyê tevlî kar bên kirin, lê belê di vê mijarê de gavek nehatiye avêtin. Eger ev yek pêwîstî ye, hingî divê vê yekê bi cih bînin, ku 8 meh in ev wezîfe di asta herî bilind de tê bicihanîn û gihîştiye asta tunebûnê.
Ji bo pêvajoya ji niha û pê ve bi rengekî baş bê meşandin, pêwîste ev hevalên me bêhnê vedin. Şert e ku 100 hezar kedkarên tenduristiyê tavilê tevlî vê pêvajoyê bên kirin. Bi dîtina me ev jî têrê nake. Ji bilî vê yekê, ji xwe bi hezaran kedkarên tenduristiyê hene ku bi rêya biryarnameyan ji kar hatine derxistin. Divê dadgeh û lêpirsînên der barê van mirovan tavilê bi encam bibin û ev mirov jî tevlî pêvajoyê bên kirin. Ji ber ku adaptebûna kedkarên nû yên tenduristiyê li pêvajoyê dibe ku zehmet be, lê belê ev mirovên navborî xwedî tecrûbe ne û di vê pêvajoyê de tişta ku pêwîstî pê heye tecrûbe ye."
LI GELEK NEXWEŞXANE Û BAJARÎ ZEXT HEYE
Yildirim anî ziman ku li gorî agahiyên gihîştine wan, li gelek bajaran û nexweşxaneyan zext li kedkarên tenduristiyê tên kirin ku nexweş jî bin divê kar bikin. Yildirim destnîşa kir ku ew dixwazin bi rengê mirovî bixebitin û herî dawî ev rewş raxist pêş çavan:
"Li gelek nexweşxane û saziyan, amîr an jî berpirsyarên klînîkan bang li kedkarên tenduristiyê yên ku nexweş in, bi Covîdê ne, yan jî hîn rehet nebûne dikin ku kar bikin. Zexteke bi vî rengî jî li kedkarên tenduristiyê tê kirin. Ne mirovî ye ku dema karantînayê ya kedkarên tenduristiyê daxînin 7 rojan, bêyî ku test li wan bê kirin tevlî kar bên kirin. Li gel vê yekê xizmeta van hevalên me ya di rewşeke wiha de wê nebaş be. Kedkarên tenduristiyê dixwazin ku vê pêvajoyê bi şert û mercên mirovî derbas bikin. Bi fermannameya Serokkomariyê re dema kar a xebatkarên cemaweriyê di navbera 10 û 16 saetan hatiye destnîşankirin, lê belê ji bo xebatkarên tenduristiyê gavek nayê avêtin."