Kedkarên tenduristiyê di grevê de ne

Kedkarên tenduristiyê di grevê de ne

Kedkarên tenduristiyê di salvegera kuştina Dr Ersîn Aslan ku ji aliyê xizmê nexweşekî ve hat kuştin de, bi armanca ji tundiya di qada tenduristiyê re bêjin ‘Bes’ ketin grevê.

Yekitiya Tabibên Tirk, Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê û  Endamên Dev Saglik-Îşê, di salvegera kuştina Dr Ersîn Arslan ku ji aliyê xizmekî nexweşekî ve hate kuştin de ketin grevê.

Kedkarên tenduristiyê, li nexweşxaneyên dewletê, nexweşxaneyên lêkolîn û perwerdê û navendên tenduristiya malbatî de ji bilî nexweşên lezgîn, yên penceşêr, diyalîz û zarokan xizmeta tenduristiyê nade.

Bernameya grev ali Stenbolê serê sibê saet di 09.00’an de li baxçeyên nexweşxaneyan bi çalakiyên biranîna Dr Ersîn Arslan destpê kir.

LI ŞÎŞLÎ ETFAL JI SEDÎ SED TEVLI BÛN

Li Nexweşxaneya Lêkolîn û Etfal a Şîşlî li ji sedî 100 tevlî bûn.  Kedkarên tenduristiyê li ber salona Konferansê hatin cem hev û ji bo bîranîna Aslan deqeyek rêz girtin.

Li ser navê rêxistinên pişeyî yên tenduristiyê Mîhrîban Emek axivî û diyar kir ku, ligel ku salek di ser kuştina Arslan de derbaz bûye jî tundî didome û got: “Ji ber polîtîkayên AKP’ê nexweş û xebatkarên tenduristiyê tên hemberî hev. Pergalek tenduristiyê ya xerabûyî heye, nexweşên tedawî nabin û hêrseke li dijî xebatkaran heye.  Di van şert û mercan jî xizmetek baş nayê dayîn. Ji ber vê em îro xizmetê danin.

Piştî daxuyaniyê ber bi Fakulteya Tipa Çapa meşiyan. Li nexweşxaneya Haydarpaşa Numune jî saet di 08.30’an çalakî pêk hat.

Saet di 11.00’and e jî jî dê bimeşin Midûriyeta tenduristiyê ya Navendî a Unkapanı.