Kedkarên perwerdeyê yên xwestin bimeşin Wezaretiyê rastî êrîşê hatin

Kedkarên perwerdeyê yên xwestin bimeşin Wezaretiyê rastî êrîşê hatin

Li ser banga Egîtîm-Senê kedkarên perwerdeyê û bi hezaran kesên xwedî li mafê perwerdeyê derdikevin, xwestin bimeşin Wezareta Perwerdeyê. Lê belê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî kedkaran kirin.

Di vê roja ku li Tirkiyê weke Roja Mamosteyan tê pêşwazîkirin de, li dijî pergala perwerdeyê ya  4+4+4, sirgûn, lêpirsînên hatine vekirin û kadrobûyînê, 10 hezar kedkarên perwerdeyê yên ji Tirkiye û Kurdistanê hatin Enqereyê xwestin li ber Wezareta Perwerdeya Milî daxuyaniyekê bidin.

Polîsan bend danîn pêşiya kedkarên perwerdeyê yên xwestin bimeşin wezaretê û bi ava şid û gaza îsotê êrîş kirin.

Ji ber bombey gazê ya polîsan li serî ket jineke endama Egîtîm-Senê birîndar bû û ew rakirin nexweşxaneyê.

Hat ragihandin ku ji ber êrîşê gelek kes birîndar bûne.

Li dû êrîşa polîsan kedkar li ber YKM hatin cem hev û destwerdana polîsan bi dirûşmên "polîsê kujer", "ev hînê destpêke, têkoşînê dewam bike" û "li dijî faşîzmê bi hev re bin" protesto kirin.

Hejmara kedkarên perwerdeyê yên li ber YKM'ê gav bi gav zêde dibe û sekna tengezar dewam dike.

Enama Desteya Rêveberiya Navendî ya Egîtîm-Senê Betul Ozturk Korkût ji Çapul TV re axivî û diyar kir ku diyariya AKP'ê ya 24'ê Mijdarê da mamosteyan, bombeya gazê û ava şid e. Korkût ragihand ku mamoste dê ji mafê xwe yê ewlehiya kar, rûmeta pişeyî, mafên xwe, ji xwendekar û têkoşîna xwe ya mafê perwerdeyê venegerin. Korkût got, "Ev hînê destpêke, dê têkoşîn dewam bike."

Li kolana Kûmrûlar a berberî Bulvara GMK polîs bi komên ji 15-20 kesan serê kolanê girtine. Li ser çalakgerên li Kizilayê jî helîkoptera polîsan digere.