Kedkar sibê dikevin grêvê
Kedkar sibê dikevin grêvê
Kedkar sibê dikevin grêvê
Li dijî dijwariya deshilatdariya AKP'ê ya li gelemperiya Tirkiyê dimeşîne, DÎSK, KESK, TMMOB; TTB û TDB sibê dest bi grêvê dikin û wê li her bajarî meşan lidar bixin.
DÎSK, KESK, TMMOB, TTB Û TDB (Yekitiya Doktorê Diranan a Tirk), der heqê berxwedana Parqa Gezî ya Taksîmê û dijwariya polêsan de li avahiya TTB'ê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Li ser navê rêxistinên ked û tenduristiyê, Serokê Giştî yê TTB'ê Ozdemîr Aktan daxuyanî da û got, "Deshilatdariya AKP'ê ya hewl da hestiyariya welatiyan bi terora polêsan bitepisîne, li dîwarê wicdanê gelên Tirkiyê, lêgerîna maf û edaletê ketiye." Aktan da xuyakirin ku AKP bi "terora dewletê" bersiv daye vê nerazîbûna bi rûmet a gel û got, "Mirovên me yên maf û edalet dixwestin hatin kuştin, bi dehan seqet hatin hiştin û bi hezaran hatin birîndarkirin. Gava hukûmetê dît nikare berxwedana gel bişkîne, vê carê jî hewl da berxwedanê ne rewa nîşan bide. Lê gelê kesek nehat vê lîstikê, lewma deshilatdariya AKP'ê dest bi êrişên dijwar û hovane kir."
DI 17'Ê HEZÎRANÊ DE GRÊV
Aktan bibîr xist, ku ew êdî li gel Akrep û TOMA'yên polêsan, TOMA'yên jendermeyan û yekîneyên leşkeran dibînin û got, "Weke rêxistinên ked û tenduristiyê yên vî welatî, em di wê baweriyê de ne ku divê bi lezgînî ev nêzîkatiyên despotîk ên deshilatdariya AKP'ê were rawestandin. Ji ber vê yekê di 17'ê Hezîrana sala 2013'an roja Duşemê de, hemû endamên me wê bi armanca şermezarkirina dijwariyê têkevin grêvê û li cihê lê ne, meşan lidar bixin."