Kedkar li Enqere û Stenbolê dibêjin ‘Na neqediya ye’

Bi wesîleya Roja Yekîtî, Hevgirtin û Têkoşînê ya Kedkaran di pîrozbahiyên Enqere û Stenbolê de hejmara girseyê zêdetir dibe.

1’ê Gulana li Enqerê, li pêşiya Garê bi bibîranîna kesên ku di Qetilkirina 10’ê Kewçêrê jiyana xwe ji dest dabûn, hate destpêkirin. Piştî bibîranînê girseyên gel ên demokratîk ji Dîkîmeviyê heta Qada Kolejê bi slogana “Na neqediya ye” meşiyan.

Bi banga DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê partiyên siyasî, rêxistinên ciwan û jinan, rêxistinên bawerî û nasnameyê û gelek sazî, dezgeh û komele beşdarî çalakiya 1’ê Gulanê ya Qada Kolejê ya Enqereyê bûn.

Piştî kontrola polîsan a bi cîhaza X-Rayê rêxistinên ked û pîşeyê jî kontrolên xwe kirin.

Polîsan nehişt ku pankarta Odeya Mîmaran a “Na, ji Revandina Referandûma Qaçax a ji Qesra Qaçax re” têkeve qadê. Û pankartên ku li ser wan “dîktatorî”, “yekzilamî”, “Rewşa Awarte, KHK” hatibûn nivîsandin jî hatin qedexekirin.

Malbatên kesên ku di Qirkirina 10’ê Kewçêrê de jiyana xwe ji dest dabûn û yên bi birîndarî ji wir filîtîbûn jî meşiyan.

Jinan li hemberî îstîsmara zayendî û êrîşan bi slogan û rengên mor li qadê cihên xwe girtin.

Xwendekarên zanîngehan jî ji bo akademisyenên ji kar hatibûn avêtin dirûşim berz kirin û ligel mamosteyên xwe meşiyan.

Egîtîm-Sen a ku piştî Rewşa Awarte gelek endamên wê ji kar hatin avêtin û li jêr pêkutiya îdarî de ye jî, ligel endamên xwe bi kortejê meşiya.

Di korteja HDP’iyan de jî peyamên “Na”yê hatin dayîn.

STENBOL

Li Bakirkoyê jî girse ber bi qada mîtîngê ve dimeşin.

Piştî Koroya Dîskê, rêxistinên girseyan, serokên sendîka û partiyên siyasî girse silav kirin. Li gel Koroyê Sirûda Enternasyonal xwendin.

Serokê Giştî yê Sendîkayê Kanî Beko bi bibîranîna şehîdên 1’ê Gulanê yên 1977, 1989, 1996’an dest bi axaftinê kir. Xwest ku kesên li Taksîmê hatine binçavkirin jî serbest werin berdan. Beko diyar kir ku, dema ji referandûmê “Erê” derkeve wê êrîşî tazmînata kidemê bikin lê em ê destûrê nedin vê yekê.