'Keda Mûsa Anter gelek bû'

Huseyîn Aykol, ku redaksiyona pirtûka 'Apê Mûsa 100 salî ye' kir, bal kişand ser keda Mûsa Anter a li nava çapemeniya Kurd.

Bi edîtoriya rojnamevan û nivîskarê rojnameya Yenî Yaşamê Huseyîn Aykol, pirtûka bi navê 'Apê Mûsa 100 salî ye' hate weşandin. Aykol diyar kir ku ew dixwazin ji bo Mûsa Anter çalakiyên hîn berfireh li dar bixin, lê belê ji ber şewbê nikarin bikin.

Di pirtûkê de gelek rewşenbîr, hunermend, nivîskar û siyasetmedar, bîranînên xwe yên bi Apê Mûsa re parve dikin. Aykol têkildarî pirtûkê ji ANF'ê re axivî û got, "Ji sala 1992'an dema kuştina Mûsa Anter û vir ve em Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad didin. Bi wesîleya van xelatan em her sal wî bi bîr tînin. Me; dost û hevrêyên wî ti carî ew ji bîr nekir. Sala 2020'an ew sal bû ku ew kete sala 100'î, lewma girîng bû. Em berê li ser vê axivî bûn. Bi taybetî bi Dîcle Anter re li ser vê mijarê me têkilî danîbû. Me dixwest, ne tenê li Tirkiye û Kurdistanê her wiha li Ewropayê jî panelên mezin, sempozyûmên bi tevlîbûna girseyî li dar bixin. Lê belê ji ber şewba ku cîhan hejand, sala 2020'î bi rengekî nebaş dest pê kir. Piştî ku tedbîr bi meha Hezîranê re sist bûn, ji bo vê pirtûkê me zend û bend ba dan. Di meha Hezîranê de me bîranîn hemû kom kir, meha Tîrmehê jî rengê pirtûkê hate amadekirin. Meha Tebaxê hate çapkirin, ji 1'ê Îlonê û pê ve jî hate weşandin."

Aykol bal kişand ser keda malbata Bedirxan û Mûsa Anter a li çapemeniya Kurd û destnîşan kir, ku ev mîrate bi kedeke mezin û zor û zehmetiyê gihîştiye vê astê. Aykol got, "Rojnameya Kurdistanê ya destpêkê sala 1898'an li Qahîreyê hatibû weşandin. Piraniya rojnameyên ku piştî salên 1990'î hatin weşandin, ji aliyê ferdên Malbata Bedirxan ve hatibûn amadekirin. Malbata Bedirxan ji bo çapemeniya Kurd mîna çinarekê ye. Dema ku em tên Bakurê Kurdistanê piştî salên 1940'î û pê ve hewl tê dayin ku çapemeniya Kurd ji nû ve dest pê bike. Girtin, xistina girtîgehê û bûyerên mîna destpêkirina hin dozan qewimîn. Di vê dema ji slaa 1940'î heta 1970'î de timî navek derdikeve pêş; Mûsa Anter... Apê Mûsa ya bi xwe kovar çap dikir, ya jî li kovar û rojnameyên heyî nivîs dinivîsand û bi vî rengî tevkarî lê dikir. Ya rast, Mûsa Anter ev mîrateya çapemeniyê ya Malbata Bedirxan gihand me."

Aykol bi bîr xist, ku di destpêka sala 1990'î de di serî de Mûsa Anter gelek rojnamevna hatin kuştin, gelek hatin girtin, hinek neçar hatin hiştin ku sirgûn bikin, rojname hatin bombekirin û got, "Rojname hate bombekirin jî piştî rojekê bêkêmasî me rojname çap kir û gihand vê astê. Em di demeke welê de ne ku doz li mirovan tên vekirin, rojnamevan tên darizandin û girtin. Cudahiya navbera wê demê û vê demê ew e; dibe ku niha yekser nayên kuştin, lê belê mirina ku em jê re mirina sivîl dibêjin diqewimin. Rojname tên girtin, rojnamevan bêkar tên hiştin, mirovên ku temenê xwe dane vî karî dema ku bêkar tên hiştin, hingî bi vî rengî tên kuştin. Di salên 1990'î de mirov yekser dihatin kuştin, lê niha bi tunekirina nûçe û nûçegihaniyê re mirina sivîl tê ferzkirin."

Aykol destnîşan kir ku wê heta dawiyê li mîrateya ji wan re hatiye hiştin xwedî derkevin û got, "Me berdêlên gelekî giran dan. Niha 16 hevalên me girtî ne, lê belê em li cihê ku berê lê bûn, em xwe mexdûr nabînin. Çapemeniya KUrd beşek ji Tevgera Azadiyê ya Kurd e û niha zêdeyî 10 televîzyonên xwe hene, 6 ajansên me yên nûçeyan hene, rojnameyên me yên rojane û heftane hene. Weke neferên vî karê weşangeriyê, di nava vê têkoşînê de em xwe serketî dibînin. Bi dîtina min em hemû hêjayî keda Apê Mûsa û Malbata Bedirxan bûne. Me berdêl dan, em didin û hînê jî em ê bidin, lê belê em bersivê didin pêwîstiya gelê Kurd a bi nûçeyan û em ê vî karê xwe dewam bikin."