‘Keçên winda yên Dêrsimê’ hate pêşandan

‘Keçên winda yên Dêrsimê’ hate pêşandan

Li bajarê Maînz yê Almanyayê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dayîn, dokumentera binavê “Keçên winda yên Dêrsimê” hate pêşandan.

Ji aliyê koma YXK-Maînz li bajarê Maînz ya Almanyayê ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Dêrsimê de jiyana xwe ji dest dayî çalakiyek pêkanîn. Neviyê Seyîd Riza Rûstem Polat jî tevlî çalakiyê bû.

Çalakiya ku li Komeleya Pazarcikiyan hate pêkanîn bi guhdarkirina starên Lale Koçgun destpêkir. Piştî guhdarkirina muzikê dokumentera binavê Keçên Winda ên Dêrsimê hate pêşandan. Di pêşandanê de xwendekarek ya zanîngehê, komkujiya ku li Dêrsimê û Dêrsimiyan vegot. Çalakiya ku derdora 40 kesan tevlîbûyî de bi pirs û nirxandinan berdewam dike.