KE: Pêkanîna polîsan, bêdengiya hikumetê fikaran çêdike
KE: Pêkanîna polîsan, bêdengiya hikumetê fikaran çêdike
KE: Pêkanîna polîsan, bêdengiya hikumetê fikaran çêdike
Di rapora ku ji aliyê Komîserê Mafê Mirovan ê Konseya Ewropayê Nils Muiznieks ve hatî amadekirin da diyarkirin ku, pêkanînên polîsan ên li hemberî xelkê sivîl fikaran çêdike û balkişande rolê desthilatdariya AKP’ê ya di vê mijarê de.
Di rapora ku bûyerên di berxwedana Gezî de nirxandî, destnîşan dike ku li Tirkiyeyê li dijî xwepêşandan û civînên aştiyane li gorî standartên Ewropayê bêtehemuliyek heye. Di raporê de tê gotin ku, di bûyerên bi vî awayî de polîsên ku di bin sedema binpêkirinên mafê mirovan ji kar nayên girtin û nayên ceza kirin. Çavkaniya xwe ji vê digire.
Komîserê Mafê Mirovan ê Ewropayê dibêje, ji bo ev pirsgirek ji holê rabe destpêkê pêwîste rayedarên paye bilind toleransê nîşanî van nêzîkatiyên nerênî ên polîsan nedin û ji bo pêşî lê girtinê peyamên siyasî bidin. Muiznieks da diyarkirin ku, ji bo polîs bêne darezandin mekanîzma destûrê ya îdarê were rakirin û xwest mekanîzmeyekî bi çalak ya gilîkirina polîsan bê avakirin.
Di rapora piştî Berxwedana Gezî hate amadekirin de tê gotin ku, li Tirkiyeyê mudaxeleyên polîsan ên piştî xwepêşandan û civîna tê kirin û dibe sedema binpêkirina mafan bûye pirsgirêkekî binyadî û Tirkiye bidehan caran li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê mehkum bûye. Êdî pêwîste li pêşiya vê rewşê bigirin.
POLÎSÊ TIRK NETEWPEREST Û MILÎTARÎST E
Di raporê de li gorî lêkolînên sosyolojîk tê gotin ku, di nava teşkîlata polîsan de bermayên derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê hene û di nava polîsan de çanda zextê “ muhafezekarên netewperest, militarist û dewlet-navendî” heye. Komîser Muiznieks di vê mijarê de dibêje, “Ji bo polîs biçalak kar bike pêwîste li civaka pir reng şiyar be û wê nîşan bide. Berevajiyê wê dê nekare çawa têkiliyan çêbike û bûyerên herêmî fêm bike. Beriya vê Komîsyona Têkoşîna li Dijî Cûdakarî û Nijadpersetiyê ya Konseya Ewropayê ev mijar girtibû dest.”
BERTEK NÎŞANÎ DESTHILATA AKP’Ê DAN
Rapora ku Komîserê Mafê Mirovan yê Konseya Ewropayê di dema serdanên xwe ên navbera 1-5’ê Tîrmeha 2013’an li Tirkiyeyê de nivîsî wiha ye: “Li Tirkiyeyê şêwazê mudaxeleya polîsan û nêzîkatiyên wan ên şaş ev demek dirêje berdewam dike û pirsgirêkên cidî ên mafê mirovan bi xwe re tîne. Êdî dem hatiye polîsê Tirk sicîla xwe li gorî standartên mafê mirovan guncaw bike.”
Komîser têkildarî xwepêşdanan berxwedan Gezî ku tundî têde neyî û tedbîrên li hemberî wan jî hatine girtin wiha dibêje: “Hinek xebatkarên tenduristî, parêzer, akademîsyen, xwendekar, rêxistinên pîşeyî, medya û rojnameger lêpirsîn, cezayên îdarî û ji kar hatine avêtin. Pêkanînên wiha têkildarî azadiya fikir û civînan, her wiha azadiya çapemeniyê de fikarên min çêdike.”
KOMÎSYONA MECLISÊ NEÇALAKE
Komîser anî ziman ku, polîs di gelek qadên berfireh de xwedî rayeye. Weke mînak bikaranîna çekê û veşartina daneyên şexsî de. Ji bo polîs têkildarî peywirê xwe hesabê bidin, rêya herî baş têkildarî polîsan mekanîzmeyekî serbixwe bê avakirin. Komîser derbarê pêşzagona komîsyona çavdêriya li ser polîsan ya di meclisê de jî wiha got, “li rexmî hinek aliyên wê ên baş hene jî, komîsyona ji bo vê hatiye pêşniyarkirin dê nekare vî peywirî bicih bîne.”
LI DIJÎ CÛDAKARIYÊ TÊKOŞÎN ŞERT E
Di beşa dawî ya raporê de jî têkildarî parastina mafê mirovan li ser çarçoveya sererastkirinên zagonî û sazîbûyînê radiweste. Komîser daxwaz dike ku, Tirkiye rêzikname û qanûnên avakirina Saziya Mafê Mirovan ya Tirk li ber çavan re derbaz bike. Komîser got; “Di heman demê de meqamên Tirk zagona têkoşîna li dijî cûdakariyê qebûl bike, weke ku di paketa demokratîkbûyînê ya beriya vê hatî aşkera kirin de jî saziyekî wekheviyê pêkbîne. Ev sazî dikare, milet, kokê milet, nasnameya zayendî û ya civakî jî di nav de hemû mijarên cûdakariyê bigire dest. Dema meqamên Tirk binesaziya mafê mirovan ya welat berfireh bike, ez jî dê hevkariya xwe ya li gel saziyên civaka sivîl ya Tirk ên enerjîk berdewam bikim.”