KCR: Ji bo parastina Rojava em amade ne
KCR: Ji bo parastina Rojava em amade ne
KCR: Ji bo parastina Rojava em amade ne
Konfederasyona Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) diyar kir ku ew bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re ne û êrîşên terorîstî yên bi navê Îslamê li dijî gelê Kurd tên pêkanîn şermezar kirin.
Konfederasyona Ciwanên Kurd a Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku ew bi Şoreşa Rojvayê Kurdistanê re ne û ji bo parastina gele Rojava amadebûna xwe nîşan dan. Her wiha di daxuyaniyê de êrîşên bi navê Îslamê yên li dijî gelê Rojava û bêdengiya hin alî û partiyên siyasî jî hatin şermezarkirin.
Di daxuyaniya KCR'ê de ev tişt hatin gotin: "Hin komên çekdar bi navê Îslamê êrîşî gelê me yê Rojavayê Kurdistanê dikin, mal û namûsa Kurdan ji xwe re helal dikin. Ev kiryarên komên çeteyan dûrî exlaqê ola Îslamê ye, ev kom bi van kiryaran dixwazin Rojavayê Kurdistanê dagir bikin û gelê Kurd tune bikin."
KCR'ê bêdengiya hin alî û partiyên siyasî ya li hember van kiryaran şermezar kir û destnîşan kir ku bêdengiya hin partiyên Kurd hêzê dide komên çeteyan û rê vedike ku hin ciwanên Kurd bi navê "Cîhadê" bên xapandin û li dijî gelê Kurd werin bikaranîn.
Ciwanên Rojhilat di dawiya daxuyaniya xwe aşkera kirin ku ew amade ne gelê Rojava ji êrîşan biparêzin û ji hemû ciwanên Kurd ên çar parçeyên Kurdistanê xwestin ku li hember êrîşên bi navê Îslamê yên li dijî gelê Kurd hişyar bin.