KCK’ê sersaxî ji malbata Cansiz re xwest

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji ber wefata Haydar Cansiz, sersaxî ji malbata Cansiz re xwest.

Haydar Cansiz ê ku birayê Sakîne Cansiz e ya ku yek ji avakara PKK’ê ye û di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê ji aliyê îstîxbarata Tirkiyeyê hatibû qetilkirin, roja Sêşemê li Berlîna Elmanyayê wefat kiribû.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji ber wefata Cansiz ev peyam belav kir:

“Ji ber wefata Haydar Cansiz ê ku birayê rêhevala me Sakîne Cansiz (Sara) ye, em gelekî xemgîn in. Em sersaxiyê ji malbatê û ji hemû dostên wî re dişînin.

Rêheval Haydar di sala 1980’î wekî welatparêzekî li Stenbolê têkili bi têkoşînê danîbû. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê çûbû Ewrûpayê û li wê derê girêdayîbûna xwe ya têkoşînê domandibû.

Di salên dawîn de nexweş ketibû û şehadeta heval Sara bandoreke mezin li wî kiribû. Qetilkirina heval Sara ew gelekî êşandibû.

Haydar Cansiz ê jiyaneke azad û li ser têkiliyên rast ji xwe re kiribû hedef, ew ê hesretên wî û yên heval Sara teqez pêk werin.

Bi vê wesîleyê em ji malbat û dostên rêheval Sara re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê hesreta hemû gelê xwe yê welatparêz pêk bînin.”