KCK'ê deklerasyona xwe ya çareseriya demokratîk aşkera kir

KCK'ê deklerasyona xwe ya çareseriya demokratîk aşkera kir

Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK'ê, der barê pêvajoya çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û gavên ji bo dewama pêvajoyê de, deklarasyona xwe aşkera kir. 

KCK'ê sê daxwazên bingehîn ên Kurdan xist rêzê û got, "Heta ku ev her sê daxwazên bingehîn neyên bersivdandin, kes nikare behsa bidawîbûna asîmîlasyon û înkarê û qirkirina çandî bike. Di rewşeke bi vî rengî de encax behsa dewama înkar, asîmîlasyon û qirkirina çandî ya di şertên nû de bê kirin."

KCK'ê da xuyakirin ku pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin ji bo dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê şans û firsendeke dîrokî ye û got, "Lê belê bi xoyratî nêzî vê şansê dibin. Eger diyalektîk û pêwistiyên çareseriya pirsgirêka Kurd bicih neyên anîn, di helwesta îro de bê israrkirin yan jî bixwazin helwesta îro bi awayekî cuda bidomînin, tevgera me dê vê binirxîne, di çarçoveya xeta me ya teorîk û paradîgmaya me de, dê jiyana azad û demokratîk bi vîna xwe, hêza xwe û rê û rêbazên nû pêk bîne. Dewamî yan jî bidawîbûna agirbestê, rê û rêbazên ji niha û pê ve yên tevgera me, dê bi helwesta hikûmeta AKP û dewleta Tirk a rojên pêş ve girêdayî be."

Berfirehiya deklarasyonê tê...