KCK: Divê her kes li dora namzetên demokrasî û azadiyê bicivin

KCK: Divê her kes li dora namzetên demokrasî û azadiyê bicivin

KCK'ê bang li gelê Kurd kir ku ji bo serketineke mezin a hilbijartinên herêmî bicivin û got, "Bicih hatina armancên me yên demokrasî, azadî û xweseriya demokratîk, ji aliyekî ve bi encamên hilbijartinan ve girêdayî ye." KCK'ê ji her kesî xwest, ji bo serketina azadî û demokrasiyê li dora namzetên navên wan zelal bûne, kom bibin.

Komîteya Siyasî ya KCK'ê, der barê hilbijartinên herêmî yên 2014'an de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tirkiye êdî ketiye pêvajoya hilbijartinên herêmî. Hilbijartin, demeke parzinandîbûyîna siyasetê ye. Kîjan partî û rêxistin li ser bingeha stratejiya rast, bi siyaset û taktîkeke rast bersivê bide vê demê, dê bi ser bikeve." KCK'ê da xuyakirin ku Tirkiye di pêvajoyeke girîng û krîtîk de hilbijartinên herêmî lidar dixe.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûyîna Tirkiyê ev hilbijartin xwedî girîngiyeke mezin e û wiha hat gotin:

"Ji ber vê yekê, hemû hêzên demokratîk, çep-sosyalîst; alîgirên demokrasî, aştî û azadiyê bi ezmûneke girîng re rû bi rû ne. Li dijî zîhniyetê înkar, asîmîlasyon û faşîzan, divê li cihên guncaw, bi namzetên guncaw re alîkarî û hêz ji hev re bê dayîn û vîna demokratîk a gel were nîşandan.

HILBIJARTINÊN HERÊMÎ YÊN 2014'AN JI BO GELÊ KURDISTANÊ GELEKÎ GIRÎNG E

Hilbijartinên herêmî yên 2014'an ji bo gelê Kurdistanê gelekî girîng e. Divê gelê me di van hilbijartinan de ji bo serketineke mezin xwe li hev bigire. Pêkhatina armancên me yên demokrasî, azadî û xweseriya demokratîk, ne bi giştî be jî bi encamên hilbijartinê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê divê tevahiya gelê me, civatên bîr, bawerî û etnîkî, bi bawerî û biryardariyeke mezin giraniya xwe bidin hilbijartinan. Berjewendiyên Kurdistana azad û xweseriya demokratîk vê yekê ferz dikin. Li Kurdistanê hemû welatparêz, demokrat, bawermend, eşîr, civatên etnîkî, rewşenbîr, kedkar, di serî de jin û ciwan tevahiya gelê me, bi berspektîfa azadiya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û Kurdistana Azad re, di van hilbijartinan de serketina herî mezin bi dest bixin. Lewma, em hemû hevalên ku ji bo bernamzetiyê serlêdan kirine weke namzetên xwe dibînin û ji wan hemûyan re serketinê dixwazin. Em di wê baweriyê de ne ku dê pêkhateyên KCD, BDP, Konferansa Kurd a Bakurê Kurdistanê û sazî û rêxistinên din, dê bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî rabin."

'NÊZÎKATIYA ME YA LI HEMÛ NAMZETAN WEKE HEV E'

Komîteya Siyasî ya KCK'ê da xuyakirin ku li cihên lê pêşhilbijartinên demokratîk werin kirin, nêzîkatiya wan a li hemû namzetan weke hev e. KCK'ê destnîşan kir, ku çi namzet be çi nebe namzet divê her kes li dora kesên namzetiya wan zelal bû, li hev kom bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Berpirsyariya hemû bernamzetan û gelê me ye ku li dora kesên namzeta wan zelal bûye bibin yekk û bi ruhê yekitî û bi hevrebûnê tevbigerin. Partiyên ku li Kurdistanê hebûn, nasname, azadî û xweseriya gelê me nas nakin û hurmetê nîşanî vê nadin, divê di van hilblijartinan de xuya nekin. Pêwîste li Kurdistanê gelê me, yanî demokrasî û azadî qezenç bike.

'ÇI NAMZET ÇI NE NAMZET DIVÊ HER KES XWEDÎ LI NIRXAND DERKEVE'

Di her hilbijartinan de, ji ber xwezahiya hilbijartinê dibe ku hin heval ji ber nekarî bibin namzet dilê wan bişkê. Lê ev yek zelal e; yên ku bi gelê me re dibin yek, bê daxwaz û bê kêmasî xwe beşdar dike û hemû hebûneyên xwe di vê rê de pêşkêş dikin, destek û hêzê didin, serketiyên rastîn e. Çi di pêşhilbijartin çi jî di lêpirsîna ji gel de hevalên ku namzetiya wan zelal bûne, namzetên partî û gelê me ne. Piştgiriya ji van hevalan re bê dayîn, dê piştgiriya ji bo partiyê be. Partiya ku qezenç bike jî dê were wateya serketina gelê me.

Gelê Kurdistanê bi berdêlên giran nirx afirandiye. Ev nirx, yên me hemûyane. Divê em bi hev xwe re xwedî lê derketin, biparêzin û mezin bikin. Helwestên berevajî vê yekê dê bibin helwestên takekesî. Ev helwest jî di nava gelê me de xwedî qîmet nîne. Lewma, kengî namzet diyar bûn, wê demê jî pêvajoya nîqaşê bi dawî dibe û temam dibe."

Daxuyaniyê bi vî rengî bi dawî bû: "Gelê Kurdistanê, bi îmaj û rêzdariyeke bilind, bi hewldanên mezin ên ji bo yekitî û zanyariya neteweyî, bi hêza ku li Rojava rêveberiya cewherî bi dest xistiye, bi avantajên mezin dikeve van hilbijartinan. Ya mayî jî tacîdarkirina van avantajên mezin bi serketinê ye. Ev jî jî bi rêxistinbûyînên li hemû bajar, navçe, gund, tax û kolanên Kurdistanê, bi xebateke bi ruhê seferberiyê dibe."