KCK: Divê bi serhildanan bersivê bidin girtinan
KCK: Divê bi serhildanan bersivê bidin girtinan
KCK: Divê bi serhildanan bersivê bidin girtinan
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di serî de hêzên siyasî yên demokratîk û hemû civak li dijî qanûna ku nû tê derxistin derkevin. Hevserokatiya Desteya Rêveber a KCK’ê bang kir ku divê li dijî qanûna Têkoşîna bi Terorê re ya ku zêdetir zextdar dibe, serhildan pêk bên û û got: “Dihat payîn ku wê Qanûna Têkoşîna Terorê bê rakirin lê zêdetir li karaktera faşîzan xemilandine û ev jî tê wateya ku li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasiyê şer e. Ji ber vê yekê ev qanûna ku tê wateya zêdetir zext û zordariyan divê li djî vê têkoşîna siyasî ya civakî bê bilindkirin.
KCK’ê da zanîn tevî ku dewleta Tirk ji qetilkirina 40 kesî berpirse, yên piştgirî dane berxwedana Kobanê jî sûcdar kiriye. KCK’ê got dewleta Tirk li şûna xwe kesên din sûcdar dike û sûcê xwe jî vedişêre.
KCK’ê wiha got: “Hikûmeta AKP’ê di desthilatdariya xwe ya 12 salî de her tim êrîşî çalakiyan û meşan kiriye û bi dehan kes qetil kiriye. Lê yek kujerî jî ceza negirtiye. Ev jî nîşan didin ku AKP bi mirin û girtinan hewl dide civakê bigire bin kontrola xwe.
Ev pratîka AKP’ê ne nû ye. Di sala 2006’an de Erdogan li dijî çalakiyên gel got; Jin be zarok be, çi pêwîst be wê bê kirin û piranî jê zarok 20 Kurd qetil kir. Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala jî got; 'Em ê du qat sê qat bersivê bidin şîdetê’ û Kurd ji aliyê polîs û hêzên kontra ve hatin qetilkirin. Bi sedan welatiyên me di van êrîşan de birîndar bûn.
Dewleta Tirk li şûna van polîtîkayên xwe bidarizîne zêdetir faşîzan dike û mêtingeriya qirkirina çandî li ser Kurdan didomîne. Li şûna ku di serî de pirsgirêka Kurd û pisgirêkên Tirkiyeyê bi rêyên siyasî ya demokratîk çareser bikin bi zext û û girtinan zîhniyeta xwe ya rêveberiya neofaşîst derxistiye holê. AKP ne ku pirsgirêkê çareser bike, li şûna vê bi girtin û zextan hewl dide civakê bigire bin kontrola xwe.
Di serî de hêzên siyasî yên demokratîk û hemû civak divê li dijî qanûna ku tê derxistin derkeve. Divê her kes li dijî vê qanûna zextdar bikeve berxwedanê. Dihat payîn ku qanûna têkoşîna bi terorê bê rakirin lê zêdetir faşîzan kirine û ev jî tê wateya şerê li dijî Kurdan û hêzên demokrasiyê. Divê gel li dijî girtin berxwedana xwe bilind bike û bikeve serhildanan.
Divê dest3ur ji bo tu girtinekê neyê dayîn. Divê bi serhildanan bersivê bidin girtinan. Divê destûr neyê dayîn ku tu kes bê binçavkirin. Divê bêdengiya li dijî operasyonên KCK’ê nedome. Ev girtin û binçavkirin armanc dike ku gelê Kurd bê îrade bihêle. Ev êrîşên koledarkirina ge le. Ji ber vê divê li dijî berxewdan bê nîşandan. Divê li her derê Kurdistan û Tirkiyeyê berxwedan bê bilindkirin.
Yên naxwazin bên girtin jî divê biçin qadên bi ewle. Divê nekevin şaşiyên di operasyonên KCK’ê de. Divê ne biçin polîs û ne jî biçin dadgehan.
Dewleta Tirk piştî du salan şûnde cara yekem êrîşa hewayî pêk anî û ev jî encama polîtîkaya wan a dawî ye. Wek daxuyaniya fermandarê giştî, gerîlayan li dijî leşkeran çalakî pêk neaniye. Wisa xuya ye ku zemîna êrîşa li dijî gerîlayan amade dikin û hewl dide bi van piştgiriya raya giştî bigire.
Dewleta Tirk ger naxwaze atmosfera pevçûna dijwar bide destpêkirin divê dest ji derxistina van qanûna berde û demildest ji bo pirsgirêka Kurd pêngavên cidî biavêje.”