KCK: Şoreşa Rojava ew ê bibe bingeha Sûriyeya Demokratîk

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê salvegera 19’ê Tîrmehê Şoreşa Rojava pîroz kir. KCK’ê di peyama xwe de got ku, “Ji ber mezinbûna şoreşê dijmin êrîşkar bûye.”

Têkildarî salvegera 6’emîn a Şoreşa Rojava Hevserokiya Konseya Rêveber a KCK’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. KCK’ê bal kişand ser vî tiştî ku li Rojava hemû gel bi azadî bi hev re dijîn.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de ji bo gelên Kurdistan, Sûriye û Rojhilata Navîn serdemeke nû bi Şoreşa Rojava re hatiye destpêkirin. Em bi hezaran şervan û gelê me yê ku şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr tînin.

RASTIYA GEL A KU RÊBER APO AFIRANDIYA BÛYE ŞOREŞA CIVAKÎ

Rastiya gel û civakî ya ku Rêber Apo di 20 salan de ava kiriye, di havîna 2012’an de bûye şoreşa civakî. Şoreşa Rojava bi xeta xweseriya demokratîk û konfederalîzmê bûye modela azadî û demokrasiyê. Kantonên li Rojava û Federasyona Bakurê Sûriyeyê li dijî her cure êrîşan bi qehremanî li ber xwe daye.Bi bêrdêlên giran bûye xerentiya jiyana azad û demokratîk a gelên Sûriyeyê.

TIRKIYE DIJMINÊ HEMÛ GELAN E

Şoreşa Rojava û ya Bakurê Sûriyeyê ya Demokratîk nîşan daye ku Tirkiye ne bi tenê li Bakurê Kurdistanê, dijminê hemû Kurdan û yê gelên Rojhilata Navîn e. Tirkiye him dijminatiya Kurdan dike û him jî li Rojhilata Navîn dijminatiya gelan dike.

Îro li Rojhilata Navîn cihê ku xwe dispêre azadî û demokrasiyê Rojava û Bakurê Sûriyeyê ye. Li wê derê hemû gel bi hev re dijîn û li dijî êrîşan dibin yek, ev tişt jî qedera Rojhilata Navîn diguherîne. Hatiye dîtin ku nijadperestî û mezhepparêzî dijminatiya hemû komên etnîk dike.

XETA JINÊ YA DI ŞOREŞÊ DE HEMÛ CÎHAN XISTIYE NAV HEYECANÊ

Xeta azadiya jinê ya ya di Şoreşa Rojava de hemû cîhan xistiye nav heyecanê. Ji ber vê jî gelên cîhanê Şoreşa Rojava wekî şoreşa jinê pênase dikin. Hatiye dîtin ku çiqasî şoreşa jinê û azadiya wê pêk were, ewqasî şoreşa civakî pêk tê. Bi feraseta şoreşa azadiya jinê, di dîroka azadî û demokrasiyê de rûpelekî nû hatiye vekirin.

Bi Şoreşa Rojava re hatiye dîtin ku demokrasiya rastîn ew ê bi nirxên civakî yên Rojhilata Navîn pêk were. Ji niha û şûnde têkoşerên azadî û demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê ew ê Şoreşa Rojava ji xwe re bikin mînak. Ji ber ku gelek şoreşger û demokratên cîhanê berê xwe dane Rojava û hewl didin tecrubeya li vê derê fêm bikin.

JI BER MEZINBÛNA ŞOREŞÊ DIJMIN ÊRÎŞKAR BÛYE

Ev tişt gelekî zelal e ku, ji ber mezinbûna şoreşê dijmin êrîşkar bûye. Tê dîtin ku bi kûrbûna azadî û demokrasiyê re, divê berxwedan jî kûr û berfireh be. Şoreşa Rojava xwe her dem spartiye gel û hêza xwe ya navxweyî, ji niha şûnde jî wisa bidome ew ê şoreş bêtir serkeftî be.

Em balê dikişînin ser vî tiştî ku gelê Kurdistanê,gelên Rojhilata Navîn û Tevgera Azadiyê ew ê her dem bi wan re bin û di têkoşîna wan a ji niha şûnde jî em serkeftinê ji wan re dixwazin.”