KCDK-E’yê ji bo mîtînga li Brukselê banga tevlêbûnê kir

KCDK-E’yê ji bo mîtînga li Brukselê ya di 22’ê Gulanê de banga tevlêbûnê kir. KCDK-E’yê got ku “Em bang li hemû kesên bihistyar dikin ku bila tevlî vê mîtîngê bibin.”

Dîwana Serokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û ji bo mîtînga di 22’ê Gulanê de banga tevlêbûnê kir.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin:

“Berxwedana ku bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, pêl bi pêl li 4 parçeyên Kurdistanê, li Tirkiye û li hemû cîhanê belav bûye.

Bi rojiya mirinê ya 30 girtiyan û bi berxwedana dayikên laçikspî ev berxwedan ketiye asteke nû. Ji ber vê berxwedanê dîktatoriya faşîst a AKP û MHP’ê bi paş ve gav avêt û piştî 8 salan destûr da ku parêzer biçin Îmraliyê û herî dawîn CPT’ê jî derbarê serdana Îmraliyê daxuyaniyeke fermî da.

Ev hemû ji ber berxwedana 6 mehan pêk hat. Lê dîsa jî nayê vê wateyê ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye rakirin.

Ji bo rakirina tecrîdê em bang li gelê xwe yê li Elmanya, Belçîka, Hollanda û Fransayê dikin ku bila tevlî mîtînga di 22’ê Gulanê de ya li Brukselê bibin. Çalakî wê roja Çarşemê saet di 10’an de li Gare de Central dest pê bike û wê bi mîtînga li pêşiya Parlementoya Ewropayê bi dawî bibe.

Em bang li hemû kesên bihistyar dikin ku tevlî vê meş û mîtîngê bibin.”