KCDK-E’yê ji bo Festîvala Dêrsimê banga tevlêbûnê kir

KCDK-E’yê diyar kir ku Festîvala Dêrsimê hemû Kurdistaniyan temsîl dike û banga tevlêbûnê ya bi giyanê berxwedana li dijî tecrîdê kir.

Dîwana Serokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) derbarê festîvala Dêrsimê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Wekî her sal wê gelê Dêrsimê îsal jî di 24-25’ê Gulana 2019’an de Festîvala Dêrsimê pîroz bikin. Em KCDK-E û pêkhateyên wê, em ê bi giyanê berxwedanê yê Seyîd Riza, Elîşêr û Zarîfe ji bo tevlêbûnê bixebitin û wê rojê li qada festîvalê bin.

Festîvala Dêrsimê ne bi tenê festîvalek e. Her çalakiya li ser navê Dêrsimê tê wateya helwesta li dijî qirkirina Dêrsimê. Ji bo tolhildana Seyîd Riza, Elîşêr û Zarîfe divê hemû Kurd tevlî çalakiyê bibin. Ji ber ku Seyîd Riza, Elîşêr û Zarîfe bi tenê ji bo Dêrsimê şer nekirin, wan ji bo hemû Kurdistanê şer kirin, ew şehîdên hemû Kurdistanê ne. Ji ber vê jî her xebata ji bo Dêrsimê tê kirin, ji bo hemû parçeyên Kurdistanê tê kirin. Vê festîvala Dêrsimê jî yek ji van çalakiyan e.

Bi giyanê berxwêderên greva birçîbûnê yên li zindanan û gelek welatên cîhanê, bi baweriya Leyla Guven a ku pêşengtiyê dike, em tevlî Festîvala Dêrsimê bibin.”