KCDK-E sersaxî ji bo malbata Haydar xwest

KCDK-E: Banga tevlîbûneke xurt ji bo merasîma cenazeyê Haydar Cansiz ê ku wê roja Şemiyê ber bi warê wî Dersimê ve bê oxirkirin, kir.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E a ji bo malbata birayê Sakîne Cansiz a yek ji damezrênera PKK’ê ku 9’ê Çileya 2013’an li Parîsê hate qetilkirin Haydar Cansiz ê 17’ê Îlonê wefat kir peyama sersaxiyê şand got: “Ji ber nexweşiyekê kir ku zû ji nav me koç bike.Haydar Cansiz ê xwedî kesayeteke bi rûmet wê di bîranîn û têkoşîna me de bijî.”

KCDK-E ya destnîşan kir ku Haydar Cansiz ê ku nêzî 3 sal bûn bi nexweşiya penceşêrê dihate dermankirin, li nexweşaneyeke ya Berlînê dema dihate dermankirin wefat kiriye.

Di peyama KCKD-E’yê de ev tişt hyate gotin: “Cansiz ê bi hestên welatparêziyê bi têkoşînê ve hate girtêan piştî darbeya 12’ê Îlonê û şûnde yê ku li Elmanyayê bi cih bû, bi fedekarî têkoşîna xwe domandiye. Haydar Cansiz ê ku nirxekî mezin dida Sakîne Cansiz (Sara)bi fedekarî û dilnizimiya xwe girêdayî têkoşînê bûye.

Haydar Cansiz ê xwedî kesayeteke fedekar û wê bîranînê wî di nava me û têkoşînê de bijî. Jiyana wî ya rasteqîn wê ji bo me tim mînaka jiyanê be.

Weke KCDK-E di serî de sersaxiyê ji malbat dost û gelê xwe re dixwazin.

Banga tevlîbûneke xurt ji bo merasîma cenaze yê ku wê roja Şemiyê ber bi warê wî Dersimê ve bê oxirkirin dikin.”