KCDK-E ji bo greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê bang kir
KCDK-E ji bo greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê bi rengekî bêdawî tê lidarxistin, banga piştgiriyê kir.
KCDK-E ji bo greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê bi rengekî bêdawî tê lidarxistin, banga piştgiriyê kir.
Di daxuyaniya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) de hat gotin, "Ji bo tenduristî, ewlekarî û azadiya Birêz Ocalan em berxwedana xwe ya demokratîk geş bikin" û hat bibîrxistin, ku Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, ji bo azadiya Ocalan li ber avahiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dest bi greva birçîbûnê dike.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Ev greva birçîbûnê ya li ber avahiya CPT, li ser bingeha ewlekarî û tenduristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê lidarxistin. Em weke KCDK-E bi hemû pêkhate û hêza xwe destekê didin biryara vê çalakiyê. Gelekî girîng û hêja ye ku gelê Şengalê azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibîne û li ser vê bingehê çalakiyeke bi vî rengî ya watedar dide destpêkirin. Tevgerên Îslamî û Elewî yên li Ewropayê jî dan xuyakirin, ku ew ê tevlî vê çalakiyê bibin.
Weke KCDK-E bi asteke ku hêjayî wateya vê çalakiyê ye, em ê xwedî lê derkevin, bibin hevparê vê çalakiyê û bi hemû hêza xwe tevlî bibin. Di serî de saziyên me û navendên me yên civaka demokratîk ên li Elmanya, Swîsre û Fransayê wê tevlî civîna çapemeniyê ya 23'ê Tebaxê saet di 11:00 de bibin. Her pênc rojan carekê bi rengekî dorveger em ê beşdarî greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê bibin.
Di heman demê de em bang li hemû sazî û navendên xwe yên civaka demokratîk ên li Ewropa, Kanada, Japonya û Awûtralyayê dikin, ku li bajarên lê ne çalakiyên xwedîderketina li Rêbe Apo mezin û berfireh bikin, heta ku CPT, Konseya Ewropa û saziyên navneteweyî bikevin nava tevgerê, çalakiyên xwe zêde bikin.
Weke KCDK-E ji bo serketina vê çalakiya greva birçîbûnê, em ê xebatên dîplomatîk bimeşînin, hem jî bi hêza civakî kedeke mezin bidin û heta encamekê jê bigirin, têkoşîna xwe geş bikin, xwedî li vê çalakiyê derkevin.
Ji bo greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê tê lidarxistin, bi hemû pêkhate û navendên xwe yên civaka demokratîk weke KCDK-E em ê bibin beşdar û rêveberên çalakiyê. Lewma hemû pêkhate û navendên me wê ji destpêkê heta dawiya çalakiyê bi berpirsyarî tabin."