KCDK-E ji bo berxwedana topyekûn a li dijî dagirkeriyê bang kir

KCDK-E li dijî dagirkirina Efrînê û êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ji bo berxwedana topyekûn bang kir.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Dewlet Tirk a qirker ku Efrîn dagir kiriye, dixwaze êrîşên xwe yên topyekûn ên li dijî gelê Kurd û hewldanên nû yên dagirkeriyê li gelemperiya Kurdistanê belav bike."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku artêşa Tirk a dagirker bi vê armancê hejmara baregehên xwe yên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê zêde dike û ne tenê li Kurdistanê, êdî li gelemperiya Rojhilata Navîn gefê li gelan dixwe.

KCDK-E diyar kir ku bloka faşîst û çeteyên wê yên ku Efrîn dagir kirine, dixwazin Kurdan qir bikin û got, "Armanca bingehîn a êrîşên dagirkeriyê, qirkirina temamiya gelê Kurd e. Pêwîste gelê Kurd û dostên wan ên li çar parçeyên Kurdistanê mezinahiya xeteriyê bibînin û lid ijî jenosîd û dagirkeriya dewleta Tirk a mêtinger têkoşîna hevpar xurt bikin. Tifaqa AKP-MHP'ê ya faşîst ji bo serî li hêzên berxwedêr ên bûne hêvî ji Rojhilata Navîn re bitewîne û bi vê tifaqên herî qirêj dike û serî li hemû rêbazên gemarî dide."

KCDK-E destnîşan kir ku êrîşên niha têne kirin ji bo şikandina vîna hemû Kurdan e û ragihand, Ji sekna xwedîderketina li berxwedana Efrînê bêhtir bi biryar û xurtir divê ew rabin ser piyan. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ancax bi vî rengî em dikarin destketiyên gelê Kurd ên bûne hedef biparêzin û pêşî li êrîşan bigirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gelê Kurd û dostên wan ên li Ewropa, Kanada, Awûstralya û Afrîkayê bi geşkirina berxwedanê divê pêşî li hewldanên qirkirinê bigire.

Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku têkoşîn bê xurtkirin û her kes bi ruhê seferberiyê tevbigerin. KCDK-E di daxuyaniya xwe de got, "Li dijî şerê topyekûn em bang dikin ku têkoşîn û berxwedana topyekûn geş bikin. Kurdistaniyên li Ewropayê û çar aliyên cîhanê dijîn, divê li dagirkirina Efrînê bi ruhê seferberiyê xwedî li têkoşînê derkevin. Ti hêz wê nikaribe pêşî li meşa azadiyê ya gelê me bigire."

KCDK-E bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî û mirovahiya pêşverû kir ku li pêşberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê bêdeng nemînin û destekê bidin gelê Kurdistanê.

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo meş û xwepêşandanên 14'ê Nîsanê yên li Ewropa û gelemperiya cîhanê werin kirin banga tevlîbûnê hate kirin.