KCDK-E ji bo çalakiyên 9'ê Kanûnê bang kir
KCDK-E destnîşan kir ku xala sereke û bingehîn a têkoşîna wan, tenduristî, azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ji bo meşên 9'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir.
KCDK-E destnîşan kir ku xala sereke û bingehîn a têkoşîna wan, tenduristî, azadî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û ji bo meşên 9'ê Kanûnê banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya 10'ê Kanûnê Roja Mafên mirovan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, cîhan û sîstemeke ku xwe dispêre azadî û mafên di Danezana Gerdûnî de hatine destnîşankirin hê nehatiye avakirin û hat gotin, "Cihêkariya nîjadperestî û zayendperestî, zexta li ser ziman, ol, mezheb û baweriyan dewam dike. Têkoşîna azadiyê ya neteweyên ku welatên wan hatine talankirin, dewam dike. Ji ber şerên mezin ên diqewimin, krîzên li qada navneteweyî didomin. Mirovahî ji bo aştî û azadiyê têdikoşin."
'FIKAR Û HÊRSA ME MEZIN DIBIN'
KCDK-E diyar kir ku hê jî dewleta Tirk weke polîtîkayeke bingehîn hewl dide pirsgirêka Kurd bi rêya komkujî û qirkirinê ji holê rake û destnîşan kir ku şer û polîtîkayên komkujiyê pirsgirêkan girantir dikin.
Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Li şûna ku tecrîda li ser Rêber Apo bê rakirin û çareseriya pirsgirêkê bê afirandin, zexteke giran û tecrîd tê şidandin. Tecrîdkirina Serok Apo ku misogeriya çareserî û azadiyê ye, tê wateya kûrkirin û girankirina şer û neçareseriyê. Saziyên navneteweyî, Konseya Ewropa û CPT di nava bêdengiyekê de ne ku ev nêzîkatiya wan nayê fêhmkirin. Ev bêdengî û durûtî fikar û hêrsa gelê Kurd û dostên wan zêdetir dike.
Rêber Apo ku ji bo gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ronahiya hêviyê ye, li şûna şer û nakokiyan bi paradîgmaya xwe ya neteweya demokratîk re, bi çareseriya jiyana hevpar, wekhev û azad a hemû nasname û baweriyan re çareseriyeke mayinde û aramiyê pêşkêşî herêmê û tevahiya cîhanê dike. Ji ber vê yekê, hêjaye ku bê dubarekirin; xala bingehîn û sereke ya têkoşîna me tenduristî, ewlekarî û azadiya Serok Apo ye.
Têkoşîna li dijî kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo û hemû girtîgehên Tirkiyeyê, têkoşîna ji bo azadiya hemû girtiyên siyasî, di 10'ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan de wezîfeya bingehîn a kes û saziyên parêzvanên mafên mirovan e.
JI BO MEŞÊN 9'Ê KANÛNÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ HAT KIRIN
Di dawiya daxuyaniya KCDK-E de ev bang hat kirin: "Li Elmanya, welatên Skandînavya, Fransa, Hollanda, Belçîka, Awûstûrya, Yewnanîstan, Îtalya, Qibris, Kanada, Japonya, Awûtralya û Îngilîstanê di asta eyalet an jî welatan de wê 9'ê Kanûnê ji bo azadiya Birê Ocalan û hemû girtiyên siyasî meş bên lidarxistin. Em bang li tevahiya gelê xwe, demokrat, rewşenbîr, mûxalîf û her kesên aştî û demokrasiyê diparêzin dikin ku tevlî van meşan bibin."