Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, polîtîkaya tepisandin û çavtirsandinê ya dîktatoriya AKP û Erdogan ku li dijî civakê tê meşandin, bi dijwarî dewam dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, mekanîzmaya teslîmgirtin û şikandina vînê, ku li dijî gelan, kedkar, karker, karmend, bawermend, jin û ciwanan tê meşandin, roj bi roj tê girankirin û hat gotin, "Dîktatoriya AKP û Erdogan, ku di mijara zext û îşkenceyê de sînoran nas nake, ev zext û zordariya xwe di pêvajoya referandûmê de mezintir kiriye.
Polîtîkayên tepisandin, teslîmgirtin û ferzkirina xiyanetê, ku li derve tên meşandin, bi rengekî dijwartir li zîndanan li ser girtiyan tên ferzkirin. Pêkanînên li derveyî mirovahiyê li ser girtiyan tên ferzkirin û bi vî rengî hewl tê dayîn ku teslîm werin girtin.
Ji ber vê yekê, girtîgeh veguheriye kampa esîran. Qedexeya li ser serdana parêzer û hevdîtinan bûye parçeyek ji jiyana rojane. Bi cezayên cuda yên ji serdema navîn mane, hewl tê dayîn girtî bên tepisandin, teslîm bên girtin û bikevin nava xiyanetê. Li dijî faşîzma AKP-Erdogan, berxwedana girtiyan jî dewam dike.
Di serî de li Girtîgeha Îzmîr/Şakranê, li Girtîgeha Tekîrdagê û hema hema hemû girtîgehên din, li dijî polîtîkaya kirina xiyanetê û teslîmgirtinê ya AKP-Erdogan, grevên birçîbûnê dewam dikin û gihîştine sînorê mirinê. Divê her kes baş pê zanibe; berxwedana li girtîgehan ne ji bo pêwîstî û daxwazên şexsî ye. Li dijî zext û êrîşên li hemberî jiyana însanî û nasnameyên siyasî yên girtiyan, banga parastina rastiyê ye.
Parlamenterên HDP'ê û hevşaredarên DBP'yî yên girtî ne, ku mîna hemû girtiyan di greva birçîbûnê de ne, dixwazin dawî li pêkanînên şikandina rûmetê û li dijî mirovahiyê yên li girtîgehan bê berdan û polîtîkaya şikandina vînê û teslîmgirtinê bê terikandin.
Girtiyên ku dilsozê kevneşopiya berxwedanan zindanan a Tevgera Azadiyê ya Kurd û Tevgera Şoreşger a Tirkiyeyê ne û bi vê dilsoziyê bedena xwe dane ber mirinê, rûmeta gelê me ne, nasname, vîn û rêberê me yê berxwedanê ne. Ev girtî hevrêyên Mazlûm, Xeyrî, Kemal, Fatîh, Haydar û gelek rêberên berxwedana zidanan e. Em bi van girtiyan re ne û dibêjin, ku em ê wan bi tenê nehêlin. Em bang li gelên Kurd û Tirk dikin, bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl, hêzên demokrasiyê û saziyên navneteweyî dikin, ku tavilê di vê mijarê de bikevin nava liv û tevgerê.
Weke KCDK-E em bang li hemû saziyên xwe, rêveberiyên xwe, navendên xwe yên civaka demokratîk, gelê xwe yê li Ewropayê û hêzên demokrasiyê dikin, ku ji sibe û pê ve li pêşiya saziyên pêwendîdar konan vedin, bikevin grevên birçîbûnê û çalakiyên rûniştinê lidar bixin."