KCDK-E: Em PDK'ê şermezar dikin; bila derhal êrîşên xwe bisekinîne
KCDK-E êrîşa PDK'ê ya li dijî Şengalê şermezar kir û bang li her kesî kir, ku vê êrîşê şermezar bikin.
KCDK-E êrîşa PDK'ê ya li dijî Şengalê şermezar kir û bang li her kesî kir, ku vê êrîşê şermezar bikin.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E), daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşa PDK'ê ya li dijî Şengalê şermezar kir.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "PDK a ku dest bi xizmetkariya dewleta Tirk a mêtînger kiriye, li Şengalê bi gefan dixwaze Êzidiyan bitepisîne."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, PDK ketiye xefika 'kuştian Kurdan bi destê Kurdan' a dîktatoriya Erdogan û hat gotin, "Tifaqa AKP û Barzanî, ku bi dorvegerî gefê li Şengalê dixwin, xwe amade dikin Şoreşa Rojava bifetisînin, destketiyên gelê Kurd talan bikin û dest bi dagirkeriyê bikin. Êrîşên giran ên li dijî Minbicê û êrîşên bi çekên giran ên PDK'ê li hemberî Şengalê, balkêş e ku heman piştî hevdîtina Barzanî-Erdogan rû dan."
KCDK-E da xuyakirin ev êrîşa PDK'ê ya li Şengalê bi rengekî vekirî zerarê dide yekîtiya Kurdan û bi kêrî dijminê Kurdan tê.
Di daxuyaniyê de ev polîtîkayên PDK'ê hatin şermezarkirin û bang lê hat kirin, ku derhal dest ji vê helwesta xwe ya ku zerarê dide destketiyên gelê Kurd berde.
KCDK-E got, "Desthilatdariya AKP-Erdogan bi rengekî bê perwa PDK'ê li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd bi kar tîne. PDK jî bi rengekî vekirî bi dilxwazî vê yekê dike. Dijberiya PDK'ê ya li PKK'ê veguheriye dijberiya PDK'ê ya li Tevgera Azadiyê ya Kurd."
BANGA PROTESTOYÎ
Di dawiya daxuyaniyê de KCDK-E bang li gel, sazî, partiyên Kurd, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û alîgirên mirovahiyê kir, ku vê helwesta PDK'ê şermezar bikin û li dijî vê provokasyona ku dixwaze destketiyên civaka Êzidî tine bike, têbikoşin, çalakiyên protestoyî lidar bixin.