KCDK-E: Em ê sibê li Berlînê dawî li bêdengiyê bînin!

KCDK-E ji bo bidawîkirina bêdengiya Ewropayê ya li hemberî tecrîd û grevên birçîbûnê wê sibê li Berlînê mîtîngekê li dar bixe. KCDK-E’yê banga tevlêbûna mîtîngê kir.

KCDK-E’yê ji bo çalakiya sibê ew ê li Berlînê were lidarxistin, banga tevlêbûnê kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin:

"Grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavî her derê dibe. Çalakgerên greva birçîbûnê diyar dikin ku heta tecrîd bi dawî nebe wê bi paş ve gavan neavêjin û ew ê berxwedana xwe bidomînin. 

Hêzên komploger ên navneteweyî bi destê dîktatoriya AKP û MHP’ê tecrîda li ser Rêbertî li ser hemû civakê belav kirine. Li ser hemû beşên civakê faşîzmeke reş tê pêkanîn. Beriya hilbijartina di 31’ê Adarê de hemû welat bi polîtîkaya xwe ya tecrîdê dîl girtine. Li hemberî vê tecrîdê bêdengiya welatên Ewropayê, sersarî û xemsariya saziyên wekî Konseya Ewropayê û CPT, wan dike şirîkê sûcê faşîzma AKP û MHP’ê.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999’an û vir ve dîl girtiye û a niha di bin tecrîdeke giran de ye.

Ji her dera cîhanê mirov û sazî diyar dikin ku Leyla Guven û Nasir Yagiz di serî de ew ji ber jiyana çalakgerên greva birçîbûnê bi fikar in û dixwazin tecrîd were rakirin. Di demên dawîn de biryara Belçîkayê ya ku dibêje ‘PKK ne rêxistineke terorê ye’ û biryara Parlementoya Ewropayê ya ku dixwazin muzakereyên bi Tirkiyeyê re bidin sekinandin, ji bo ku CPT karibe tecrîdê rake, sedemên xurt in.

Ji bo bidawîkirina bêdengiya Ewropayê ya li hemberî tecrîd û grevên birçîbûnê em di 15’ê Adarê de tevlî mîtînga li Qada Brandenbûrger Torê bibin."