KCDK-E: Em bi awayekî xurt tevlî mîtînga 13’ê Tebaxê bibin
KCDK-E: Em 13’ê Tebaxê bi awayekî xurt tevlî meş û mîtîngên ku wê li gelek bajarên Elmanya, Swîsre, Fransa, Swêd, Yewnanîstan, Awûstûrya, Belçîka û Hollanda bên lidarxistin bibin.
KCDK-E: Em 13’ê Tebaxê bi awayekî xurt tevlî meş û mîtîngên ku wê li gelek bajarên Elmanya, Swîsre, Fransa, Swêd, Yewnanîstan, Awûstûrya, Belçîka û Hollanda bên lidarxistin bibin.
Bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi daxwaza azadiya wî, KCDK-E ji bo meş û mîtîngên 13’ê Tebaxê ku li gelek bajarên Elmanya, Swîsre, Fransa, Swêd, Yewnanîstan, Awûstûrya, Belçîka û Hollanda wê bên lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Serokatiya KCDK-E daxuyaniyek nivîskî weşand, bi bîr xist ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 17 sal in li sîstema tecrîdê ya Îmraliyê dîl hatiye girtin, ji 24’ê Tîrmeha 2011’an ve hevdîtina bi parêzerên wî re tê astengkirin, ji 5’ê Nîsana 2015’an ve jî destûra hevdîtinên malbat û heyetan nayê dayîn, agahî nayê girtin û piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê jî têkîldarî ewlehiya canê wî fikar ên mezin hene.
KCDK-E bal kişand ku gelê Kurd û dostên wan vala vala ji bo Ocalan nabêjin xeta wan a sor e, dîsa bal kişand ser tespîtên Tevgera Azadiya Kurd ên “Nêzîkatiya Rêbertiya me, sedema me ya jiyan, şer û aştiyê ye, nêzîkatiya li beramberî tevger û gelê me ye. Lewre jî ti nêzîkatiyên xirab ên li beramberî Rêbertiya me wê bê bersiv nemîne, bi awayekî herî tund bê bersivandin” û ev gotin: “Me ji Rêber Apo ti agahî negirt, wezîfeya me ya esasî jî têkîldarî ewlehiya can agahî girtin, bi bayê lezê rakirina tecrîda şidandî ye. Ne tenê ev jî, şikandina sîstema Îmraliyê, destên dirêjî Rêber Apo dibin şikandin û li ser vî esasî demildest pêkanîna azadiya wî wê yekname wezîfe û plana me be.”
KCDK-E diyar kir ku ev nêzîkatiya dermirovî, tecrîd û sepanînên li dijî lîderê gelên Rojhilata Navîn Ocalan wê qet neyên qebûlkirin, destnîşan kir ku agahdarnekirina têkîldarî ewlehiya can, bi derewan ve hewldana xapandina gelê Kurd jî wê ti carî neyê pejirandin.
KCDK-E da xuyakirin ku di vê merheleyê de ji bilî hevdîtinên bi malbat, parêzer û heyetan re ti rêyên din nîne, bang li her kesên ku alîgirên aştî, azadî, demokrasî û mirovahiyê ne kir ku xwedî li Ocalan derkevin.
Her wiha bang li jinên ciwan, ciwanan û gelê Kurd, tevahî sosyalîst, gelên şoreşger û hêzên demokrasiyê kir ku bi ruhê serhildanê li qadan bibin hêza çalakiyek mezin.
KCDK-E, ji bo çalakî, meş û mîtîngên 13’ê Tebaxê ku li gelek bajarên Elmanya, Swîsre, Fransa, Swêd, Yewnanîstan, Awûstûrya, Belçîka û Hollanda wê bên lidarxistin, bi şêweyekî teqez û bêsînor bi şîara “Em xweseriya demokratîk ava bikin, azadiya Serok Apo û gelê Kurdistanê teqez bikin” banga tevlîbûnê kir.