KCDK-E: Dengê xwe bidin

Hevserokê KCDK-E Koç diyar kir, eleqe ji bo dengdanê heye, lê belê dema mayî divê baş bê bikaranîn. Koç got, "Divê gelê me bi bîr û baweriya girîngiya vê hilbijartinê, teqez dengê xwe bide."

Dengdana ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ku roja 7'ê Hezîranê li Elmanya, Fransa, Awûstûrya û gelek welatên din dest pê kir, hefteyek li pey xwe hişt. Dengdana li gelek welatan jî dawiya vê hefteyê dest pê dike. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) û Endamê Koordînasyona Hilbijartinê ya Ewropayê ya HDP'ê Yuksel Koç işaret bi eleqeya ji bo dengdanê kir û got, tevî vê yekê jî encama ku dixwazin hê bi dest nexistine.

Hevserokê KCDK-E Koç bi bîr xist ku hefteyek di ser destpêkirina dengdanê re derbas bûye û got, "Li gorî hilbijartinên 7'ê Hezîranê û 1'ê Mijdarê rêjeya tevlîbûnê zêde ye, lê ne gihîştiye wê asta ku em dixwazin. Rewşa li 7 welatên ku niha deng lê tên dayin bi vî rengî ye. ji ber vê yekê komîsyonên me yên hilbijartinê bi dirûşma 'bila dengdêreke/î ku dengê xwe nedaye nemîne' banga seferberiyê dikin. Ev hilbijartin ji bo çarenûsa me girîng e. Dengên li Ewropayê jî diyarker in. Lewma divê kesek xwe ji dengdanê venegire. Ne tenê komîsyonên me yên hilbijartinê, divê hemû dengdêrên HDP'ê heta 19'ê Hezîranê mîna namzeteke/î parlamenteriyê, mîna berpirsyarên partiyê bixebitin, xizmên xwe, cîranên xwe, dostên xwe bibin ser sindoqan."

Koç bal kişand ser pirsgirêkên di dema dengdanê de rû didin û ev hişyarî da dengdêran: "Divê dengdêrên me her du pisûlayan bi kar bînin. Eger mohra xwe li yekê bixe û li ya din nexe, ew deng wê betal bibe. Bi vî rengî wê bikeve xizmeta Erdogan û AKP'ê. Lewma bêyî ku bikevin nava kelecan û stresê, divê em bi bêhnfirehî dengê xwe bidin. Wekî din li ser hin pisûla ya jî zerfan işaret an jî nivîsên 'hezkirinê' têne nivîsandin. Divê were zanîn, tiştên bi vî rengî dengê hatiye dayin betal dike. Em dengê xwe bi rengekî rast bidin."

Di dewama axaftina xwe de Yuksel Koç işaret bi zor û zehmetiyên AKP derdixîne pêşiya wezîfedar û muşahîdên HDP'ê kir û got, li hin cihên dengdanê wezîfedarên Iyi Partî û AKP bi hev re dixebitin.