Dîwana Hevserokatiya KCDK-E daxuyaniyeke nivîskî da û bi bîr xist ku Kurdistaniyên li Ewropayê di çalakiyên xwe yên dijî êrîşa ser Efrînê de destekê ji raya giştî digirin.
KCDK-E ragihand, hikumeta AKP'ê hewl dide bi rêya provokasyonan vê desteka berfireh a ji bo berxwedana Efrînê bibire û bi bîr xist ku beriya du hefteyan wan bi daxuyaniyekê işaret bi xeteriya provokasyonan kiribûn.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li gorî agahî û belgeyên gihîştine ber destê me, AKP plan dike ku di çalakiyên saziyên Kurdan de, ya jî bi navê wan provokasyonên mezin û êrîşên şîdetê bike, bi vî rengî çalakiyên ji bo Efrînê krîmînalîze bike, sempatiya ji bo berxwedana Efrînê derketiye holê têk bibe û desteka raya giştî qut bike."
KCDK-E diyar kir, dewleta Tirk bi vê armancê maseyên taybet çêkiriye, hewl dide ajanên xwe bixin nava çalakiyên wan, di nava çalakiyan de rê li ber şîdet û provokasyonan veke û got, "Em ji hemû pêkhate û dostên xwe dixwazin ku rê nedin van provokasyonan.
Li dijî provokasyonên personelên AKP'ê û MÎT'ê yên hewl didin bikevin nava çalakiyên me, em hişyar bin. Dema ku provokatorên bi vî rengî hatin tespîtkirin em radestî hêzên ewlekariyê bikin û bi rêya parêzeran li dijî wan dozên hiqûqî vekin."