KCD: Zîhniyetê qetlîemkar ê li Sêwasê DAIŞ afirand
KCD'ê diyar kir ku Komkujiya Sêwasê bi zextên zîhniyetê tekparêz pêk hat û got, "Heman feraseta qetlîemkar û barbar di roja îro de jî çeteyeke terorê ya barbar û zalim afirandiye."

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera Komkujiya Sêwasê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê bi berxwedan û dayîn berdêlên gelekî mezin re gihaştiye van rojan û hat gotin, "Ji ber ku zîhniyetê yek netewe, yek ziman, yek ol, yek mezheb weke polîtîkayeke dewletê li ser gelên me hatiye ferzkirin, qirkirin û jenosîtên mezin rû dane.
KCK'ê diyar kir ku qirkirina Ermenî, Suryanî û Êzidiyan, komkujiyên Pîran-Dara Hênê, Dêrsim, Zîlan, Koçgirî, Agirî, Mereş, Sêwas, Çorûm, Roboskî berhemên zîhniyeta paşverû ya li derveyî serdemê ye, ku nikare xwe li ya ne ji xwe rabigire û destnîşan kir ku qetilkirina 35 rewşenbîr, nivîskar û hunermendên Elewî di 2'ê Tîrmeha 1993'an de li Otela Madimakê, pêwendiyeke xwe ya diyalektîk bi vê zîhniyet û dîroka komkujiyê re heye.
'RÊBAZÊN KOMKUJIYÊ HATIN PEYDAKIRIN; DAIŞ HAT AFIRANDIN!'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heman feraseta barbar û qetlîemkar di ser DAIŞ'ê re dewam dike û hat gotin, "Heman feraseta qetlîemkar û barbar di roja îro de jî çeteyeke terorê ya barbar û zalim afirandiye. Bi zêdekirina rêbazên komkujiyê re hewl tê dayîn cihêrengiya mirovahiyê ku dewlemendî ye, bê tinekirin. Li Şengal, Kobanê, Tûnis, Misir, Fransa û Rojhilata Navîn bi deh hezaran mirov di encama komkujiyên hov ên vê çeteya barbar de hatin qetilkirin, bi mîlyonan mirov ji cih û warên xwe hatin koçberkirin."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li dijî zîhniyetê DAIŞ'ê wê hemû gel têkoşîna xwe ya hevpar xurt bikin û hat gotin, "Li welatê hevpar ê demokratîk, em ê cîhaneke bi jiyana azad a hemû rengan, ava bikin."