Îro di saet 17-00’an de li Hewlêrê bi çekan êrişî avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hat kirin. Hat hînkirin ku di êrişê de Nûnerê KNK'ê Denîz Cevdet Bûlbûl hatiye qetilkirin. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di derbarê êrişê de daxuyaniyek nivîskî parve kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Kurdistan kirine navenda komkujiya Kurdan. Ev demek dirêj e ku rejîma faşist a Tirkiyê bi her awayî êrişê destkeftiyên gelê Kurd dike, di van êrişan de ti pîvanê nas nake, bi rêya SİHA’yan sivîlan qetil dike, çekên kîmyewî bi kar tîne, hiqûqa navnetewî bin pê dike, sûcê mirovahiyê pêk tîne. Li ser xwîna gelê Kurd dixwaze xeyalên xwe yên Neo-Osmanî pêk bîne. Bi dagirkirina Rojava û Herêma Kurdistanê hewl dide ku bigîhije vê armanca xwe.
‘SÛCÊ MIROVAHIYÊ DIKE’
Ligel pêkanîna ewqas sûcê mirovahiyê û binpêkarina hiqûqa navnetewî, sedema ku îro rejîma faşist êrişên xwe berfirehtir dike piştgiriya PDK’ê û bêdengiya hêzên navnetewî ye. PDK îro li dijî gefên Îranê yên li ser partiyên Rojhilat bêdeng e, dixwaze ciyên ku partiyên Rojhilat vala dikin ji bo dagirkeran bike star û rêyan çêdike, ji bo berjewendiyên xwe statuya Kurdistanê pêşkêşi dagirkeran dike. Li ser statuya Kurdistanê berjewendiyên xwe diparêze. Lewma jî gelê me li her derê van êrişan bi daxuyanî û meşan şermezar kir, Polîs û leşkerên AKP-MHP’ê ji bo ev meş pêk neyên li her derê êrişî gel, dayik û parlamenterên me kir. Yanî AKP-MHP ya faşist bi vê yekê dixwaze şirîkê xwe PDK’ê biparêze.
ÊRIŞÎ ÎRADEYA YEKITIYA NETEWEYÎ DIKIN
Herî dawî îro li Hewlêrê Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) rastî êrÎşeke çekdarî hat û di encama vê êrişê de nunerê KNK’ê Deniz Cevdet Bûlbûl hate qetilkirin. Em vê êrişê bi tundî şermezar dikin, serê malbata Deniz Cevdet Bûlbûl û sere gelê me sax be. Di vê dema ku Şengal û Rojava di bin êrişan de ne û gelê Kurd li dijî xixanetê meş û daxuyaniyan pêk tîne de ev êriş watedar in. Gelê me li dijî hevkariya PDK’ê ya bi dagirkeran re bertek nişan dide, doza yekitiya gelê Kurd diparêz e û hewl dide ku ixanetê mehkûm bike. Ên ku êrişî KNK’ê kirin di heman demê de êrişî îradeya yekitiya neteweyî dikin. Ên ku vê êrişê pêk anîne, ji yekitiya gelê Kurd ditirsin û dixwazin pêk hatina yekitiyê asteng bikin. Ên ku ji yekitiyê jî ditirsin hêzên ku berjewendiyên xwe li ser her tiştî digrin in.