KCD: Li Rojava destaniya mirovahiyê hate nivîsîn

KCD'ê Şoreşa Rojava slav kir û got, ''Yek ji mezintirîn dastanê ya ku dîroka mirovahiyê bûye şahidê wê hate nivîsîn''.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo salvgera 8'an a Şoreşa  Rojava daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin Şoreşa Rojava a bi pêşengiya jinan, ku pê geşedanên mezin ên civakî û şoreşî çêbûn, yek ji mezintirîn dastana ku dîroka mirovahiyê şahîdiya wê kiriye, hatiye nivîsîn.

'BÛ MODÊLA RIZGARIYÊ Û HÊVIYA GELAN'

Di daxuyaniyê de hate gotin Şoreşa Rojava li dijî modernîteya kapîtalîst û pergala mêtinger-paşverû ya herêmê modêla rizgarî û azadiya hemû gelên Rojhilat Navîn daniye, pergala jiyaneke alternatîf kiriye ku xuya bike û were jiyîn, ji bo gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn bûye ronkahî û kana hêviyê. Her wiha hate diyarkirin bi pergala civakî ya ku ava kirî û nirxên demokratîk,  Şoreşa Rojava li Sûriyeya demokratîk, bûye projeya jiyana hevpar a gel, çand û baweriyan a bi dadê, aştî, wekhev, bi xwîşk û biratiyê bi yekbûnê û her wiha bûye mîsogeriya vê jî.

KCD'ê got, ''Şoreşa Rojava li gel Kurdistanê û Sûriyê, li hemû Rojhilata Navîn, di geşedana pêleke şoreşgerî ya nû ya demokratîk-azadîxwaz de, bi karekterekî wiha ye ku dide tevgerandin, modêlê çêdike, hêzên paşverû yên herêmê yên mêtinger, şoreş li ber xwe mîna tehdîdekê dîtin û berê çeteyên DAÎŞ'ê dane ser Rojava.''

'EM LI DAXWAZA WÊ YA AZADIYÊ XWEDÎ DERKEVIN'

Her dawî hate gotin xwediderketin, destekdayin û jiyandina Şoreşa Rojava, bi xwedîderketina têkoşîna demokrasî û azadiyê û xwestekên gelên Rojhilata Navîn re û bi jiyandina wê re bi heman maneyê ye û hate diyarkirin, ew KCD bi hurmet û mineteke mezin şehîdên şoreşê bi bîr tinin.