KCD: Li hemberî erdhejê em seferber bibin

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bal kişand ser erdhejê û got ku “Em bang li sazîyên rayedar û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bila seferber bibin.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) têkildarî erdheja li Xarpêtê îro daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Erdheja ku navenda wê Xarpêt û Sîvrîce ye û li bajarên Amed, Çewlig, Mêrdîn û derdorê hate hîskirin, bûye sedema êşên mezin. Ji ber erdhejê bi dehan mirovên me mirine, bi sedan kes jî birîndar bûne.

Ji bo ku xebatên rizgarkirinê bênavber bidome û zêde kes nemirin, em bang li sazîyên rayedar û rêxistinên civaka sivîl dikin ku bila seferber bibin.

Em KCD sersaxiyê ji malbatên ku xizmên wan mirine re dixwazin.

Gelê me di serî de divê civaka navneteweyî di asta herî bilind de alîkarî û piştgiriyê bide gelê me yê li Xarpêtê.”