KCD'ê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir

KCD'ê destnîşan kir ku xwedîderketin, destekkirin û parastina Şoreşa Rojava tê wateya parastin û xwedîderketina li daxwaz û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya salvegera 6'an a Şoreşa 19'ê Tîrmehê peyamek weşand û diyar kir ku ew salvegera Şoreşa Rojava bi coş û kelecaneke mezin pêşwazî û pîroz dikin.

KCD'ê salvegera Şoreşa Rojava li gelên Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz kir û got, "Şoreşa Rojava a ku bi pêşengiya jinan bi pêş ket, di nava şeş salan de guherînên mezin ên şoreşî-civakî pêk anî û bi şahidiya mirovahiyê destanên mezin di nava rûplên dîrokê de nivîsand. Her geşendan û nirxên nû yên derxist holê û bi xwe re vîna mirovan, rêxistiniya wan û hêza cewherî ya gelan derxist holê."

KCD'ê diyar kir ku Şoreşa Rojava bi Kurdistan û Sûriyeyê re li seranserê Rojhilata Navîn bûye modela avakar û pêla şoreşa nû ya azadî-demokratîk bi xwe re derxistiye holê. 

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên dagirker û paşverû yên herêmî şoreş weke gefekê li dijî xwe dîtine û çeteyên DAÎŞ'ê bi ser şoreşê ve şandne.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Bi azadkirina Kobanê, Minbic, Reqa û bajarên din re di şexsê DAÎŞ'ê de li hemberî sîstema dagirker a herêmî serketin bi dest xistiye. Ji ber vê yekê ne tenê ji bo gelê Kurd di heman demê de ev şoreş bûye berxwedan û serketina hemû gelên herêmê û wijdanê hemû mirovahiyê."

KCD'ê destnîşan kir ku xwedîderketin, destekkirin û parastina Şoreşa Rojava tê wateya parastin û xwedîderketina li daxwaz û têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn.

Di dawiya daxuyaniyê de spasiya her kesên ku keda wan di şoreşa Rojava de heye hate kirin û cangoriyên ku di oxira şoreşê de canê xwe feda kirine, bi rêzdarî û minetdarî hatin bîranîn.