KCD-E: Li hemberî komployê dakevin qadan
KCD-E: Li hemberî komployê dakevin qadan
KCD-E: Li hemberî komployê dakevin qadan
Bi boneya 15’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd (KCD-E) daxuyaniyeke da.
Di daxuyaniyê de KCD-E Komploya 9’ê Cotmehê şermezar kir û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwest. Di daxuyaniyê de hat gotin ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî bi komployê xwestine ku di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê kurd de berxwedêriya azadiya gelên Mezopotamya û Anatolyayê bişkênin û wiha hat gotin: “Hêzên kapîtalîst xwe li Kurdistanê û Rojhilata Navîn wekî ku li gorî berjewendiyên xwe tevbigerin mêzekirine. Li hemberî vê yekê birêz Ocalan jî têkoşîna xwe her tim ji bo wekheviya gelan kiriye. Li Sûriyeyê ya ku li wir Komploya Navneteweyî li dijî birêz Ocalan dest pê kir piştî 15 salan bi taybetî jî li Rojava bûyerên ku niha diqewimin hemû rastiyan radixe ber çavan. Îro hêzên ku hebûn û berxwedana azadiyê ya gelê Rojava ji xwe re wekî hedef didin nîşandan û hêzên ku birêz Ocalan kirin Girava Îmraliyê û wî dîl girtin heman hêz in.” Di daxuyaniyê de hat gotin ku hikûmeta AKP’ê ya ku niha dewleta Tirkiyeyê bi rêve dibe, di aliyekî de komên çeteyan dişîne ser gelê kurd ên Rojava û di aliyêkê de jî bi piştgiriya hêzên komploger li bakurê Kurdistanê polîtîkayên înkar û îmhayê dimeşîne.
KCD-E’a diyar kir ku Komploya Navnetewî ku bi rê û rêbazên cûda berdewam dike, lê belê gelê kurd bi têkoşîna xweya bêhempa bigelemperî vala derxistiye û wiha hat gotin: “Ne tenê ji bo pirsgirêka gelê kurd di heman demê de ji bo hemû gelê herêmê bûye hêviya azadî, aştî, edalet, wekhevî û demokrasiyê.”
KCD-E destnîşan kir ku ew ê li hemberî Komploya Navnetewî li qadan bin û herî dawî wiha hat gotin: “ Wek li herçar parçeyên Kurdistanê, wê li Ewropayê jî hemû sazî û dezga yên kurdan bu dirûşmeya ‘ azadiya Ocalan-azadiya Kurdistan-azadiya Rojhilata Navîn” bi çalakiyên cûr bi cûr dakevin qadan û komployê şermezar bikin. Em dibêjin ku di salvegera 15’emîn de herî zêde ku gelê me nêzî azadiyê ne em bivê wesileyê di destpêkê de bang li jin, ciwan, gel û dostên xwe dikin birihê xwedî derketina li Rojava û ji bo ronîkirina qetilkirina sê jinên azad beşdarî meş û çalakiyan bibin.”