KCD'ê ji bo heyeta doktoran biçe Îmraliyê serlêdan kir
KCD'ê ji bo heyeta doktoran biçe Îmraliyê serlêdan kir
KCD'ê ji bo heyeta doktoran biçe Îmraliyê serlêdan kir
Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk KCD'ê da xuyakirin ku ew amade ne heyeteke doktoran bişînin Girava Îmraliyê û xwest, şert û mercên pêwîst bên afirandin.
Hevserokên KCD'ê Aysel Tûglûk û Ehmed Turk serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê dan û diyar kirin ku ew amade ne ji bo tespîtkirina pirsgirêkên tenduristiyê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, heyeteke doktoran bişînin Girava Îmraliyê.
Di serlêdana Tûglûk û Turk de hat gotin, "Di danezana encamê ya civîna dawî ya Meclîsa Tenduristiyê ya ser bi Kongreya Civaka DemokratÎk ragihandiye ku ji bo şandina heyeteke serbixwe ya doktoran, amadekariyên wan temam bûne."
Di serlêdana îro de hat bibîr xistin ku ji bo pêşveçûna pêvajoya Çareseriya Demokratîk di navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û parlamenteran de dem bi dem hevdîtin hatine kirin û hat gotin, "Di vê demê de, Birêz Ocalan di hevdîtina dawî ya bi malbata xwe re ragihandiye ku pirsgirêkên wî yên tenduristiyê heye û xwestiye heyetek ji doktorên pispor ên serbixwe bê Îmraliyê. Çûyîna heyeteke doktorên pispor li Îmraliyê, wê di her warî de baş be.
Em ji Wezareta we dixwazin ku heyeteke mijara gotinê biçe Girava Tîpa F ya Îmraliyê û tenduristiya Birêz Ocalan kontrol bike. Di vî warî de em dixwazin hûn şert û mercên pêwîst ên qanûnî ava bikin."