KCD’ê êrîşa li Kobanê şermezar kir
KCD’ê êrîşa li Kobanê şermezar kir
KCD’ê êrîşa li Kobanê şermezar kir
Navenda Tenduristiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk, êrîşa li dijî Heyva Sor a Kurdistanê ya li Kobanê û Komeleya Mafên Mirovan pêk hat şermezar kir.
KCD’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku gelê kurd li her qadê bedelên azadiyê didin û îro li cîhanê û hemû herê geşedanên girîng afirandine û wiha pê de çû: “ Em di pêvajoyeke ku Ferasetên kurdan tune dihesibînin û têkoşîna li dijî van polîtîkayan de ne.
Têkoşîna ku li Rojava bi hêza gel tê meşandin tê zanîn. Esasa sereke ya li vir eve ku pergalele ku xwe bixwe rêvebibine. Hêzên emperyal li dijî vê berxedana gel dikevin zor û zehmetiyan. Li aliyekê têkiliyên navbera Tirkiye û Îranê de û li aliyê din jî hewl tê dayîn ku kongreya netewî a kurd asteng bikin. Bi van êrîşên ku pêk tînin re, êrîşên ku nirxên ahlaqî jî tune dikin xwe didin der.
Li Komabaniyê li dijî Heyva Sor, Komeleya Mafên Mirovan û gel êrîşên bombeyî pêk hatin û ev êrîş ne tenê li dijî gelê Rojava li dijî hemû mriovahiyê pêk tên. Êrîşên li dijî navendên tenduristiyê pêk tên tê wateya tunebûna mirovahî û ahlaqê.”