KCD-E: Divê Kurdên li Ewropa berxwedana Kobanê bigihînin cîhanê

KCD-E: Divê Kurdên li Ewropa berxwedana Kobanê bigihînin cîhanê

Hevserokatiya KCD-E bang li Kurd û dostên wan ên li Ewropa dijîn kir da ku xwedî li Kobanê û Kurdistanê ya di bin êrîşên çeteyên DAIŞ de ye derkevin.

KCD-E ya daxuyaniyek nivîskî weşand got ku çeteyên DAIŞ ên hov polîtikayên xwe yên qirkirinê sê sal in bi awayekî sistematik li dijî Kurdistanê bi rêve dibin. KCD-E got: “Komkujiyên çeteyên DAIŞ ên mezin ku ji aliyê berxwedana hêzên Kurd ve vala hatin derxistin bala raya giştî kişand ser xwe.

Bi vê berxwedanê re qirkirina navneteweyî ya li dijî gelê Kurd bala raya giştî ya navneteweyî girtiye ser xwe û nerazîbûn derketine holê. Ev bertekên navneteweyî ku derketin holê, dîsa parêzvanên van çeteyan û nuqteyên ku ew çete te re derbas dibin bûye Tirkiye.”

KCD-E bal kişand ser van xisûsan: “Li dijî gelên sivîl êrîşên bi fûzeyan pêk tên. Li hember vê rewşê hêzên YPG-YPJ’ê berxwedaneke dîrokî nîşan didin. Nahêlin çeteyên DAIŞ Rojava dagir bikin. Ew berxwedan di heman demê de şerê parastina tevahî Rojava ye.

Di vê pêvajoya dîrokî de gelê me yê li Ewropa, dostên me û derdorên demokratîk mîsyoneke wan a dîrokî heye. Ji bo raya giştî ya Ewropa û saziyên navneteweyî bikevin nav tevgerê em bang li gelê xwe dikin ku dakevin qadan, bertekên xwe  yên demokratîk di asta herî jor de ragihînin.

Roj roja xwedîderketina li Kobanê û tevahiya Kurdistanê ye. Roj roja derketina qadan û lidarxistina çalakiya ne. Pêwîst e berxwedana destanwarî ya gelê Kurd bi çalakiyên gelê me yê li Ewropa ji cîhanê re bên ragihandin.”