KCD: Berxwedana 14’ê Tîrmehê mîladek bû

KCD’ê bi wesîleya salvegera berxwedana rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê daxuyanî da û got; “Berxwedana 14’ê Tîrmehê ku li zindanan dest pê kir pêl bi pêl li erdnîgariya Kurdistanê belav bû û ji hêla gel ve hat qebûlkirin. Ev yek ji bo gel bû mîladek.”

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedêrên rojiya mirinê ya 14’ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Daxuyaniya KCD’ê wiha ye;

“Îro salvegera 37’emîn a 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin e ya ku di dîroka têkoşîna azadiyê de cihekî girîng digire. Di 37’emîn salvegera ev berxwedana dîrokî de careke din di şexsê berxwedêrên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek de hemû berxwedêrên zindanan û şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin.

Pergala faşîst a 12’ê Îlonê bi polîtîkaya tunekirin û êrîşên dijwar a li hemberî hemû muxalefet, demokrat-şoreşgerên Kurdistan û Tirkiyeyê dabû destpêkirin hewl da muxalefeta civakî û bi taybetî jî têkoşîna azadiya gelê kurd bi temamî tune bike.

Operasyonên bi vê armancê dabûn destpêkirin bi de hezaran welatparêz, demokrat û şoreşger destgîr kirin û piştî êşkenceyên hovane wan girtin. Di zindanan de jî bi êşkeceya hovane xwestin wan teslîm bigirin.

Dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê projeya ku bi êşkence û çewisandinê civakek yektîp ava bike bû. Ligel ku di ser vê de 37 sal derbasbûne jî di roja me de AKP xwedî li dîktatoriya ev pergala faşîst a 12’ê Îlonê  avakiriye derket, her kesên ku wekî wê nafikire dijmin dibîne û  hewl dide wan tune û tasfiye bike.

Armanca stratejîk a dîktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê ew bû ku di şexsê kadroyên PKK’ê, Kurdperwer û demokratên Kurd ên li zindanên Kurdistanê de radigirt, gelê kurd û têkoşîna azadiyê tune bike.

Li cihê ku êşkence û berxwedan lê geş bû Zindana Amedê bû. Ji ber ku pêşengên têkoşîna azadiyê di Zindana Amedê de dihatin ragirtin, di aliyê civakî, siyasî, têkoşîn û berxwedana dîrokî de Zindana Amedê cihekî girîng bû û pêşengiya valaderxistina polîtîkayên xiyanet û teslimiyetê kir.

Kadroyên PKK’ê û kurdperwerên di Zindana Amedê de dihatin ragirtin şahidiya êşkenceya hovane û pêkanînên dermirovahî kirin. Bi êşkenceyên hovane re polîtîkaya “îtirafkariyê” li ser wan ferz kirin û xwestin vê yekê bi xiyanet û teslîmkariyê bi encam bikin.

Di şert û mercên darbeya 12’ê Îlonê de hemû muxalefeta demokratîk-civakî bi çewisandinê hatibû bêdengkirin de bi pêşengiya Berxwedana Zindana Amedê li zindanan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê ya diktatoriya faşîst a 12’ê Îlonê vala derxist, bi vê re hemû zînde û muxalefeta demokratîk a neteweyî bêhnek girt, wêrekî û xwebaweriyek hat wê û bi rabûna ser piyan ket nava liv û tevgerê.

Meşaleya berxwedanê ya lehengê mezin Mazlum Dogan ê ku bi 3 darikên niftikê agirê Newroza 1982’an geş bû, Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn, û Eşref Anyik ê di 17’ê gulana 1982’an de bi Agirê Çaran ev berxwedan dewr girtin û bi Berxwedana Rojiya Mezin a k udi 14’ê Tîrmeha 1982’an de ji hêla şoreşgerên pêşeng Xeyrî Durmuş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Elî Çîçek bi serfiraziyê tacîdar kirin. Ev berxwedan polîtîkaya xiyanet û teslîmkariyê têk bir û bi awayekî ku careke din venegere şand sergoya dîrokê.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê ku li zindanan dest pê kir pêl bi pêl li erdnîgariya Kurdistanê belav bû û ji hêla gel ve hat qebûlkirin. Ev yek ji bo gel bû mîladek.

Berxwedana 14’ê Tîrmehê; bûye çand, felsefeya jiyanê, dîsîplîn û refleksa serkeftinê ya civakê. Ev yek civaka Kurdistanê û têkoşîna azadiyê serwer kir û anî asta ku her tim bijî.

Hemû tarîtî, tirs, bêhevî û bêbaweriyê ji holê rakir, beramberî vê yekê mîzginiya rojên xweş û geş daye, ji îradeya serkeftin, wêrekî, biryarbûn, hêvî, fedakariya re pêşengî kir û bû navê têkoşîna li dijî xiyanet û teslîmkariyê.

Îro ji ew şert û mercên ku têkoşîna azadiyê û gelê me bi înkarê, tunehesibandin, tasfiye û îmhayê re rû bir û mabûn derketiye; bûye hêza zînde ya ku mirovahî bi çavekî mezin lê dinêre û bûye hêviya gelên Rojhilata Navîn. Her wiha hatiye asta ku bibe xwedî statu. Îro li Rojava li hemberî pergala dagirker-kapîtalîst pergala demokratîka ava dike û ev yek pêk aniye . Ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê di vê yekê de diyarker e.

Bi vê bîr û baweriyê, em bi minêtdarî berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Rojiya Mirinê ya Mezin û hemû şehîdan bi bîr tînin. Baweriya me ya azadî û serkeftinê ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê pêşengiya wê bêdawî ye û biryadariya xwe ya di vê derbarê de tînin ziman.”