KCD: Çarşema Sor mîzgîniya zindîbûna Sirûştê ye

KCD’ê ji bo Çarşema Sor daxuyaniyeke nivîskî belav kir û got, ‘’ Çareşama Sor weke mizgîniya zindîbûna sirûştê, sersala nû û rojên xweş û geş tê dîtin.’’

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ji bo Cejna Çarşema Sor daxuyaniyek belav kir, Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî pîroz kir û got, ‘’ Gel û baweriyên cuda yên Kurdistanê û Rojhilata Navîn bi hezaran sal in bi şahî û cejnan hişyarbûna xwezayê pîroz dikin. Ji van cejnan yek jê jî Çarşema Sor e ku ji hêla gelê qedîm ê Kurdistanê civaka Êzidî ve tê pîrozkirin.’’

KCD’ê bi domdarî wiha got:

Civaka Êzidî her sal piştî 13’ê Nîsanê, çarşema ewilî wekî Cejna Çarşema Sor pîroz dikin. Çarşema Sor wekî roja ku dinya hatiye meyandin dibîne. Ji ber vê yekê wekî mizgîniya zindîbûna sirûştê, sersala nû û rojên xweş û geş tê dîtin. Kîndarî û nefretê red dike, wekî rojekî aştî, biratî, tevkarî, hişmendiya mirovaheziyê û şêweya jiyanê tê qebûlkirin.’’

KCD’ê bal kişande ser qirkirina li ser Êzîdiyan û got piştî Fermana 73’yan civaka Êzîdî ya Kurd û li dijî vê qirkirinê pergala xweparastin û demokratîk ava kirine û got:

‘’Gelê me yê Êzidî berxwedana bi armanca xweparastinê ya li Şengalê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û li dijî hemû polîtîkayên qirkirinê berxwedana xwe sîstema civaka demokratîk avakirine. Ev sîstem bûye bingeha misogeriya gelê me yê Êzidî.

Bi wesîleya vê cejnê em berxwedana gelê me yê Ezidî ji bo hebûn û azadiya xwe daye meşandin silav dikin. Bi van hest û ramanan em Cejna Çarsema Sor bi dilsozî di serî li gelê Êzidî û hemû mirovahiyê pîroz dikin.’’