Koordînasyona Civaka Êzdîxan ya Ewropayê (KCÊE) têkilî astengiya PDK’ê ya dema merasîma Mîr Tehsîm Beg ya li Çira TV û ajansa Êzîdî 24 helwest nîşan da û got, "Astengkirina ragihandina civaka Êzîdî ya li vê herêmê ji aliyê PDK’ê va, êriş li dijî çavkaniya vê baweriyê ye, têkbirin û tûnekirina perestgeha Laleşa Nuranî, ola Êzdayetiyê û çanda vê civakê ya dîrokî ya. PDK naxweza ku çira rastiyê ya vê bawerî û civakê bê pêxistin, ew bikaribin pêşiya xwe bibînin, xwe ji tarîtiyê biparêzin û neyên helandin."
Daxuyaniya KCÊE ya derheqê astengiya PDK’ê ya li ser Çira TV û qenala Êzîdî 24 bi tevahî wiha ye:
Ji 27.07.2019‘an roja ku Mîr Hazim Tehsîn Beg bi merasîmekê li perestgeha Laleşa Nûranî dest bi peywîra xwe kirî ve, TV’ya pêşî ya civaka Êzîdî Çira TV, ji aliya asayişa PDK’ê va, di sêrî de li cihê herî pîroz yê civaka Êzîdî li Laleşê, li herderê Welatşêx tê astengkirin û destûr nayê dayîn ku bi ti awayî karmendên wê kar û xebata xwe bikin û bibin dengê civaka me ya li wir.
Ev astengkirina bê sedem, kêfî, der qanunî, li dijî mafê azadiya standina agahiyan ya civakê û li dijî azadiya ragihandinê, di merasîma Babaşêx ya di 18.11.2020‘an de gihişt asta jor. Mixabin careke din bi awayekî qorsanwarî û derqanunî, ji aliyê PDK‘ê va destûr nehat dayîn ku karmendên Çira TV û qenala Êzîdî 24 bikaribin merasîma olî ya sondxwarinê Babaşêx bişopînin û ji bona civaka Êzîdî ragihînîn.
Ya herî sosret jî ew bû ku, ragihandina qirkirin û fermanan ya fermî ya dewleta Tirk, Ajansa Anadolu ku ji bilî propagandeya faşîzm û qirkirinê nake, li cihê merasîmê li perestgeha Laleşa Nuranî amade bû û ev merasîm şopand. Ajansa Anadolu ew ajansa ku heya niha, ji bilî reşkirina civaka Êzîdî, hedef nîşandana Şengalê, berovajîkirina rastiyê, manîpûlekirina raya giştî derbarê civaka Êzîdî û baweriya wê de tiştekî din nekiriya. Li aliyekî astengkirina ragihandina civaka Êzîdî, li aliyê din jî hebûna Ajansa qirkirin, ferman û dagirkeriyê ya dewleta Tirk, ev yek ji bo PDK‘ê û kesên ku pêşî li vê yekê vekirina suc, rûreşî û heybek mezin e. Dîrok wê rojeke hesab ji wan kes û hêzên ku bûna sedema vê yekê bixwaze.
Berî hemû ragihandinên din, di sêrî de mafê ragihandina Êzîdxanê ye ku bikaribe li Laleşa Nuranî, rêûresmên olî bişopîne û ji civaka xwe ra ragihîne. Bêyî şert û merc, pêwista ragihandina Êzîdxanê li wir amade be û bikaribe hemû pêşveçûnên li wir bişopîne û ragihîne.
Îro cîhana global di serdema agahî û teknîkê de ye. Di roja me da rola agahî û ragihandinê, ji her demê zêdetir xwe dide der, giringiya ragihandin û agahiyan ne kêmî ya nan û avê ye. Bi taybetî jî ji bo civakek wek civaka Êzîdî ku 73 Ferman hatina serê wê, hîna dibin gefa qirkirinê de ye û li cîhanê tertûbela bûye, rola ragihandinê hîn mezintir û giringtir e.
Bê çawa mafê hemû gel, kom, civak, netew, bawerî û mirovan heye ku xwedan agahî û ragihandin be, mafê civaka Êzîdî û Êzidiyan jî wek hemû civak, gel, bawerî û neteweyan heya ku bikaribe bibe xwedî dezgehên ragihandin û agahî standinê. Mafê vê civakê heye ku bi rêya dezgehên ragihandinê, ji hevdû agahdar be, derbarê pêşveçûnên li Êzîdxan, Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê xwedî agahî be û bikaribe li gora vê yekê berjewendiyên xwe biparêze û xwe pêşve bibe. Eger li cîhanê civak û baweriyek hebe ku herî zêde mafê ragihandinê haq kiribe, ew jî civaka Êzîdî ye. Ji ber ku herî zêde ev civak hatiye perçixandin, qelandin, ferman hatine serê wê, dûrî hevdû bûye û ji aliyê civakên din derbarê wê de pêşdaraz pêşketine.
Bi rêya ragihandina xwe ev civak dikare bi awayekî herî rast ji pêşveçûnên li cîhanê bi taybetî jî yên ku rasterast wê alaqadar dikin hayedar be, li wê gora jî li ser parastina maf û berjewendiyên xwe, xwe bi rêkûpêk bike û xwedan helwest be. Her weha civaka Êzîdî dikare bi rêya ragihandinê çand, bawerî, ziman, orf û adeta xwe pêş bixe, dîroka xwe derxê zelaliyê û civakê ronahî bike.
Bi taybetî ji Welatşêx jî dîrokê heya roja me navenda rêveberî, bawerî û çanda vê civakê ye. Laleşa Nuranî li vê derê ya, çavkaniya qewl, dua, dirûz û rêûresmên ev herêma. Laboratuarek xwezayî û dîrokî li vir hatiya parastin. Herî baş antropolojiya civaka me ya li Welatşêx resen me ya û hatiya parastin. Astengkirina ragihandina civaka Êzîdî ya li vê herêmê ji aliyê PDK’ê va, êriş li dijî çavkaniya vê baweriyê ye, têkbirin û tûnekirina perestgeha Laleşa Nuranî, ola Êzdayetiyê û çanda vê civakê ya dîrokî ya. PDK naxweza ku çira rastiyê ya vê bawerî û civakê bê pêxistin, ew bikaribin pêşiya xwe bibînin, xwe ji tarîtiyê biparêzin û neyên helandin.
PDK’ê bi astengkirina kar û xebata ragihandina civaka Êzîdî Çira TV û Êzîdî 24 ya di rojên merasîmên Mîr û Babaşêx de, dixwaze pêyamê bide tevahiya civaka Êzîdî ku cihên wan yên herî pîroz û dezgehên olî yên herî bilind yên wan dibin dagirkeriya wê de na. PDK’ê dibêje hûn êsirên minin û nikarin bêyî min nefesê bistînin. Bi vê yekê dixwaze civakê Êzîdî bê rûmet bike û hêviya siberojek azad têk bibe.
Her weha piştî Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an bi sadhezaran Şengalî di kampên Başûrê Kurdistanê, di nav şert û mercên herî zehmet de dijîn û venegeriyana ser cih û warên xwe. Ji ber siyaseta PDK'ê, jiyana di kampên ku mîna girtîgehane, ewqasî dijware ku, li wan kampan pirsgirêkên civakî, malbatî û nexweşiyên derûnî gihiştina asta herî jor. Di nav koçberên di kampan de, mixabin bêhêvîtî û bêbewarî zêde bûye. Qadexekirin û astengkirina ragihandina Êzîdxanê yan di nava kampan û li vê herêmê qutkirina dengê hêvî û jiyana azad e.
Pîvana azadiyê ya Mîrê Şêxan, Babaşêx û Meclîsa Ruhanî rakirina astengiya li pêşiya Çira TV û qenala Êzîdî 24 ya li Laleşa Nuranî ye.
Em Koordînasyona Civaka Êzdîxan ya Ewropayê astengkirin û qadexekirina li ser ragihandina Êzîdî şermezar dikin û bang li hemû civaka Êzîdî, Kurdistanî û derdorên Demokrat dikin ku li ragihandina Êzîdxanê, li Çira TV û Ajansa Êzîdî 24 xwedî derkevin, wan bi hêz bikin û destûr nedin ku ev civak û bawerî bê deng û çira bimîne. Bi taybetî jî divê derbarê de rola herî sereke dikeve ser milê civaka me ya li Welatşêx. Pêwista êdî ew bes vê bê rûmetiyê qabul nekin û li dij derkevin.‘‘